Li dijî destdirêjiyê di meclîsê de koma şopandinê hat avakirin

  • 09:03 25 Kanûn 2025
  • Rojane
Azîze Akoglu
 
ENQERE - Parlamentera DEM Partî ya Mûşê Sumeyye Boz da zanîn ku ji bo bûyera destdirêjiya li meclîsê ronî bibe ji nêz ve dişopînin û got ev bûyerek sîstematîk a destdirjiyê ku ji yekî zêdetir gumanbar hene,  ji yekê zêdetir mexdur û ji carekê zêdetir pêk hatiye.
 
Derket holê ku zarokên li lokanteya meclîsê staj dikirin ji aliyê komeke xebatkarên peywirdar ve rastî destdirêjiyê hatine. Piştî vê bûyerê rû da derket holê ku di demên cuda de li zaorkên din yên staj kirine jî heman destdirêjî hatiye kirin. Sekreteriya Giştî ya Meclîsê bûyerên destdirêjiyê piştrast kir û wek ‘munferît’ nirxand.
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sumeyye Boz der barê mijarê de axivî û got ev bûyera di bin sîwana meclîsê de hatiye jiyîn ne munferît e û kêmasiya mekanîzmayên tedbîrê bi vê tabloyê derdikevin holê.
 
‘Ev rizandina civakî nîşan dide’
 
Sumeyye Boz da zanîn ku divê tundiya li ser jin û zarokan li tu qadê tune be û wiha got: “Em li her derê civakek bê tundî û bê destdirêjî diparêzin. Li cihekî ku qanûnên der barê vê de derdikeve pêkhatina tiştekî wisa rizandina civakê nîşan dide. Li cihekî wisa destdirêjiya li hember jin û zarokan nîşan dide ku ev mijarek polîtîk e. Nebûna mekanîzmayên tedbîr û parastinê rê li ber van vedike û ger ku pêşî li gumanbaran neyê girtin xuyaye aliyekî vê yê polîtîk heye.”
 
‘Girêdayê polîtîkayên desthilatdariyê ye’
 
Sumeyye Boz da zanîn ku  îdiayên  bêdengiyê li amîrên yekîneyên zarokan tên ferzkirin jî encama polîtîka desthilatdariyê ye û wiha domand: “Ev îdiayên wisa têkildarî polîtîkayên desthilatdariyê ne û helwesta li dijî destdirêjiyê ye. Em tundiyê pir alîdigirin dest. Em behsa tundiya li ser jin û zarokan dikin û li meclîsê di heman demê de qanûnên ku tundiyê erê dikin tên derxistin.”
 
‘Bûyer ne munferît e’
 
Sumeyye Boz bi lêv kir ku tundî û destdirêjiya li hember jin û zarokan ne munferît e û wiha dirêjî dayê: “Ev bûyerek sîstematîk a destdirjiyê ku ji yekî zêdetir gumanbar, ji ji yekê zêdetir mexdur û ji carekê zêdetir pêk hatiye. Di bûyera destdirêjiyê ya 2018’an de hatiye kirin her çiqas lepirsînek îdarî hatibe kirin jî mekanîzmayên parastin û pêşîgirtinên neketiye dewarê. Ji ber vê jî di 2021 û 2022’ê de bi îfadeya hinek mexduran mijarên din hatin rojevê. Di 2021’ê de û dîsa îro tiştên ku zarokên stajyer jiyane û gelek gumanbar têde ne, em nikarin bêjin ku ev bûyer munferît e. Ev sîstematîke û bûyerek sîstematîk a pir alî ye.”
 
‘Li MESEM’an keda zarokan tê binpêkirin’
 
Sumeyye Boz balkişand ser pêkanîna MESEM’ê û wiha vegot: “Di bin navê ‘em zarokan dikin xwedî pîşe’ zarok wek keda erzan tên dîtin û keda wan tê binpêkirin. Em li dijî pêkanîna MESEM’ê ne. Divê pergal biguhere û bi pêkanînek din qadên pîşeyî bên afirandin.”
 
‘Em wek DEM Partî mijarê dişopînin'
 
Sumeyye Boz bi lêv kir ku bi pêvajoyê bi endamên komîsyona Wekheviya Derfeta Mêr Jin û endamên komîsyonê re pêvajoyê dişopînin û got: “Me di bin KEFEK’ê de komek şopandinê av akir. Ji her partiyê nûnerên parlamenter yên jin ekîbek ava kirin. Bi vê ekîbê re em ê bûyerê ji ser sekreteriya piştî bişopînin. Em wek parlamenterên DEM partiyê jî mijarê dişopînin. Ez bang li hemû jin û zarokan dikim. Di vê rewşê de li dijî bêdengiyê bêdeng nemînin û bi me re parve bikin. Qe nebe em ê bi hev re dest bi lêgerîna edaletê bikin.