ROJEVA 25'Ê SIBATA 2026'AN
- 09:00 25 Sibat 2026
- Rojev
*Sîdar Turkoglu da zanîn ku entegrasyoneke demokratîk avakirina tabloyeke pir rengîn û pir zimanî ye û wiha got: “Em hene lê em çawa ne…Ji bo em di pratîkê de hebin divê em bi dengê xwe hebin. Entegrasyonek wisa ji bo azadiya civakê û ji bo azadiyê girîng e.” DÎMEN HEYE
*Şaziye Cantepe ya OHD’yî da zanîn pêknehatina mafê hêviyê, binpêkirina maf a giran e û girtiyan ber bi bê hêvîtiyê ve dibe û wiha got: “Dema mafê hêviyê ji holê bê rakirin mirov terkî mirinê tên kirin. Birêz Ocalan di bin tecrîda giran de ye. Demek dirêj e behsa pêvajoyekê tê kirin lê hîna gavek şênber tuneye. Divê êdî ev bi encam bibe.” DÎMEN HEYE
*Li Rojava 8’ê Adarê ne tenê roja derketina qadan e, bi şoreşê re wek qonaxeke polîtîk a xurkirina parastina cewherî, jiyana hevpar û rêxistinê tê pêşwazîkirin. Li Rojava 8’ê Adarê îsal li dijî êrîşên li ser Rojava bi mezinkirina têkoşînê tê pêşwazîkirin. DOSYA
*Sekreteryaya Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Laleş Bîçîmlî diyar kir ku bi sedsalan e ji ber parçebûnê birînên kûr li ser Gelê Kurd çêkirine û banga yekîtîyê bi pêşengiya jinan kir. Laleş Bîçîmlî got, “Dema ku em yekgirtî bin em bihêz in” û teqez kir ku têkoşîna jinan hem garantiya mafên Gelê Kurd û hem jî mafên jinan e.DÎMEN HEYE
* Malbata girtiya nexweş Felek Aker axivî û got: “Girtiyên nexweş yên rewşa wan giran hene. Felem jî tenê nikare hewcedariyên xwebîne cih. Divê girtiyên nexweş hemû demildest bên berdan.”







