Rapora binpêkirina mafên jinan: Di 2 salan de 12 jin hatin qetilkirin 2026-03-05 11:28:04   RIHA - Rapora Binpêkirinên Mafên Jinan a ji aliyê Baroya Rihayê û Komeleya Xwegihandina Mafê Darizandina Adil ve hatiye amadekirin, tundiya li ser jinan a li bajêr radixe ber çavan.   Li gorî rapora ku di çarçoveya projeya ku hevkariya li gel Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê de li gorî dîrokên di navbera 1’ê Çileya 2024’an û 12’ê Kanûna 2025’an de hatiye amadekirin, li bajarê Rihayê di vê serdemê de;   -12 jin hatine qetilkirin,   -187 jin li rastî tundiyê hatine,   -36 jin li rastî tacîza zayendî hatine,   -24 jin jî li rastî êrîşa zayendî hatine.   - Her wiha 16 jinan jî hewl dane xwe bikujin.   Di raporê de hate diyarkirin ku piraniya tundiya li ser jinan ji aliyê kesên ji malbatê û têkiliyên nêzîk ve hatine kirin.   Li gorî daneyan;   -Di sala 2024’an de 97,   -Di sala 2025’an jî 90 bûyerên tundiyê li ser jinan hatine tespîtkirin.   - Di heman serdemê de 36 bûyerên taciza zayendî û 24 êrîşên zayendî çêbûne.   Raporê diyar kir ku ji bilî 12 jinên ku di navbera salên 2024-2025’an de hatine qetilkirin, 2 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.