Giliyê polîsên dest danîbûn ser pankarta 8’ê Adarê hate kirin 2026-03-11 15:50:27   ANTALYA - Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Antalyayê, der heqê polîsên ku dest danîbûn ser pankarta 8’ê Adarê serlêdana sûc kir.   Di mitînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya ji aliyê Platforma Jinan a Antalyayê ve hate lidarxistin de, polîsan dest danî ser pankarta 8’ê Adarê. Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Antalyayê der heqê polîsan de serlêdana sûc kir. Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Antalyayê diyar kir ku bêyî nîşandana belgeya fermî polîsan dest danîne ser pankartê û serlêdana sûc ji bo Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê kir.   Hevseroka DEM Partiyê ya Antalyayê Vahîde Dogan beriya serlêdanê li pêşberêi Edliyeya Antalyayê axivî û got hejmara “8” a li ser pankartê wek “propagandaya rêxistinê” hatiye nîşandan û heman dîmen li gelek çalakiyên li bajarên din hatine bikaranîn û ev mudaxileyekî keyfî ye. Vahîde Doganê anî ziman ku keziyên hûnandî sembola jina ku li Sûriyeyê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye qetilkirin îfade dike û destnîşan kir ku dê li dijî dijminatiya jinan têbikoşin.   Piştî daxuyaniyê Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Antalyayê diyar kir ku bêyî nîşandana belgeyek fermî polîsan dest danîne ser pankartê û der heqê polîsan de serlêdana sûc kir.