Ayşegul Dogan: Divê komîsyona heqîqetê bê avakirin 2026-04-25 15:25:24   ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bi lêv kir ku yek ji rojeva sereke ya civîna partiya wan kongre bû û wiha axivî: “Amadekariyên me yên kongreyê dest pê kir. Roj hê diyar nîn e lê di meha Îlon an Cotmehê de em ê kongreya xwe li dar bixin.”   Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê de li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist.    Ayşegul Dogan anî ziman ku civîna Desteya Rêveberiya Navendî berdewam dike û derbarê rojeva civînê de ev yek got: “”Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, merhaleya em gehiştinê rojeva sereke ya civîna me ye. Geşedanên di doza Gulistan Doku, êrişên li ser dibistanan û krîza aborî di rojeva civîna me de bûn. Yek jî rojeva me ji nûve avakirina partiya û kongre û konferans jî mijara civîna me ye.”   Ayşegul Dogan derbarê çalakiya karkerên madenê ku li Enqereyê ji bo bidestxistina heqdestê dane destpêkirin de jî bi lêv kir ku karker li dijî neheqiyê heta Enqereyê hatine û got: “Karkeran xwest li ber Wezareta Enerjiyê dengê xwe bilind bikin lê ji aliyê polîsan ve rastî dorpêç û binçavkirinê hatin. Lê karkeran bi paş ve gav neavêt. Karker mafên xwe dixwazin. Karker 6 roj in di greva birçîbûnê de ne. Divê daxwazên karkeran werin bicihanîn û heqdestê wan bê dayîn. Em ê heta dawiyê li cem karkeran bin.”   Ayşegul Dogan diyar kir ku dosye û lêpirsîna doza Gulistan Doku û avakirina komîsyona lêkolînê ya faîl nediyar jî rojeva civîna wan bûye û axaftina xwe wiha domand: “Bi saya têkoşîna hevpar rastiyên ku nikaribûn ser bigirin derdikevin holê. Malbat û rêxitinên jinan bi salane ji bo edaletê têdikoşin. Lê derket holê ku saziyên dewletê ne ji bo derxistina rastiyê ji bo veşartina sûc xebitî ne. Di bin banê Wezareta Dadê de lêkolînkirina bûyerên faîl nediyar hat avakirin. Ev tiştekî erênî ye. Me jî her tim anî ziman divê sûc werin eşkerekirin û hevrûbûnek pêk were. Divê komîsyona heqîqetê bê avakirin û dawî li polîtîkayên bêcezahiştinê bê anîn. Lê divê em vê jî bipirsin; Ev komîsyon dê çawa kar bike? Ji bo wê jî divê ev komîsyon ji bo pêkanîna edaletê bixebite û li gorî hiqûqê tevbigere. Her wiha divê ev komîsyon ji pêşniyar û kontrolê ya baro, rêxistinên jin û mafên mirovan re jî vekirî be. Her wiha bi beşdariya saziyên mafên mirovan li Meclîsê jî komîsyonek dikare bê avakirin.”   Ayşegul Dogan bal kişand êrişên li ser dibistanên ên li Sêwereg û Mereşê û got ku ew dê raporeke jî li ser mijarê bi raya giştî re parve bikin.   Ayşegul Dogan destnîşan kir ku têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk civînên wan ên bi gel re dê bidomin û wiha got: “Di meha Gulanê de li Anatoliyaya Navîn, Amed û gelek bajaran bi beşdariya hevserokên me yên giştî em ê civînên gel li dar bixin û di civînan de li ser rêxistinê û siberoja xebatên xwe nîqaş bikin.”   Ayşegul Dogan derbarê rojeva kongreyê de jî da zanîn ku amadekariyên wan ên kongreyê dest pê kiriye û got: “Ji bo roja kongreyê diyar bibe nîqaşên me didomin. Em ê amadekariyên xwe yên kongreyê bi konferansan li her bajarî li dar bixînin û nîqaş bikin û pêşniyaran bigirin. Em ê kongreya xwe jî di meha Îlonê an jî Cotmehê de li dar bixînin. Dema roj diyar bû em ê bi raya giştî re jî parve bikin. Lê amadekariya me ya kongreyê dest pê kir”   Ayşegul Dogan anî ziman ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk berdewam dike û wiha got: “Ji ber ku avêtina gavan derengiyê tê hiştin, nîqaşên pêvajoyê xitimînê heye. Lê ji bo pêşveçûna pêvajoyê em hemû bi hev re têbikoşin. Lê divê gav zûtir bên avêtin. Banga birêz Abdullah Ocalan pir girîng bû, me gelek caran jî girîngiya avêtina gavan ji aliyê qanûnî ve destnîşan kir. Li herêmê geşedanên girîng diqewimin ji bo wê divê em vê firsendê baş bikar bînin.”