Di serdegirtinên li Stenbolê de 11 jin hatin binçavkirin 2025-12-16 12:46:53   STENBOL - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de 11 jin bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya li der heqê komeleya jinan a “Kaktusê” de 11 jin hatin binçavkirin. Dozgeriyê, di çarçoveya lêpirsînê de ji bo 21 jinan biryara binçavkirinê da. Di danê sibehê de polîsan bi awayekî hemwext bi ser 19 malan de girtin û 11 jin hatin binçavkirin.    Serdozgeriyê, têkildarî mijarê daxuyanî da û îdia kir ku di lêgerîna komeleya “Kaktus”ê de ku ya Jinên Ciwan ên Azad (OGK) e, alavên dijîtal hatine lêkolînkirin û der heqê 21 jinan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” biryara binçavkirinê hatiye dayin. Dozgeriyê got ku di vê çarçoveyê de bi ser 19 malan de hatiye girtin, 11 kes hatine binçavkirin, lêgerîna ji bo 8 kesan didome û 2 kes jî li derveyî welat in.