NY: Li Afganistanê 17 milyon kes di bin xetereyê de ne 2025-12-16 20:23:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku hejmara kesên ku di zivistanê de li Efganistanê bi bêewlehiya xwarinê re rû bi rû bimînin bi lez zêde dibe.   Li gorî WFP’ê, li Efganistanê zêdetirî 17 milyon kes bêewlehiya xwarinê dijîn; ev hejmar li gorî sala borî bi qasî 3 milyonî zêde bûye.   Dîrektorê Ewlehiya Xwarinê û Analîzê Xwedîkirinê ya WFP’ê Jean-Martin Bauer di civîna çapemeniyê ya Cenevreyê de axivî û diyar kir ku rewş bi taybetî bi nêzîkbûna mehên zivistanê re xirabtir dibe.   Bauer anî ziman ku 4 milyon zarok pirsgirêka kêmbûna xwarinê dijîn û banga mudaxeleya lezgîn kir.   WFP’ê daxuyand ku ji ber hişkesaliyê û erdhejên demên dawî, alîkariya navneteweyî kên bûye û zêdetirî 2.5 milyon kes bi zorê ji Îran û Pakistanê hatine şandin. Hat  destnîşankirin ku ev vegerandin bandoreke mezin li ser çavkanî û binesaziyên ku ji xwe kêm in, dikin.   Her wiha WFP’ê ragihand ku ji bo bernameyên li Efganistanê tenê ji sedî 12 fonên wan hene.   Bauer hişyarî da ku bêyî avakirina fînansmana herêmî wê nikaribin beriya zivistanê stokên xwarinê çêbikin û anî ziman ku di şeş mehên pêş de pêwîstiya wan bi lezgînî ji çavkaniya 570 milyon dolarî heye. WFP bi vê piştgiriyê re armanc dike ku alîkariya jiyanî bigihîne nêzîkî 6 milyon kesan.   Rayedarên Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku ji ber avaniya Efganistanê li ber şikestinê ye, domandina alîkarî û piştgiriya civaka navneteweyî jiyanî ye.