Xebatkara çapemeniyê Funda Akbulut berat kir 2025-12-17 19:21:49   ÎZMÎR- Rojnameger û xebatkara çapemeniyê ya DEM Partî ya Îzmîrê Funda Akbulut ku di serdegirtina malan de hatibû binçavkirin der barê wê de biryara beratê hat dayîn.   Li Îzmîrê di 13’ê Sibata 2024’an de  xebatkar açapemeniyê ya Rêxistina DEM Partî ya Îzmîrê Funda Akbulut di serdegirtina malê de hat binçavkirin û doza der barê wê de hat vekirin li 18’meîn dadgeha ceza giran a Îzmîrê hat dîtin.   Dozger di runiştina beriya vê de daxwaza ceza kiribû. Dozger îro jî mutala dubare kir.Parêzerên Funda Akbulut daxwaza beratê kirin.  Piştî navbera hat dayînê heyeta dadgehê der barê Funda Akbulut de biryara beratê da.