Li Cizîrê gelek zarok hatin tacîzkirin 2025-12-19 11:38:24   ŞIRNEX - Hat diyarkirin ku li Lîseyeke li Cizîrê mamostayê bi navê S.O. gelek xwendekar tacîz kirine.    Derket holê ku mamosteyekî bi navê S.O., ku li Lîseyeke navçeya Cîzrê ye, gelek xwendekar tacîz kirine.   Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya (MA), bûyer dema ku zarokên mexdûr duh (18'ê Kanûnê) çûne emniyetê û derbarê S.O. de gilî kirine derketiye holê. Zarokan li Yekîneya Parastina Zarokan a Daîreya Polîsan a Emniyeta Şirnexê îfadeya zarokan hat girtin.   Li gorî qeydên îfadeyan, heta niha 7 xwendekaran ji ber tacîza ku li wan hatiye kirin îfade  derbarê S.O. de dane. Tê gotin ku dibe hejmara xwendekarên mexdûr zêde bibe.   Xwendekarekî ku li qereqola polîsan îfade daye, axaftinek di navbera xwe û S.O. de vegot, ku tê de qeyda deng heye. Di axaftinê de, S.Ö. îtîraf dike ku hin kesên din jî tacîz kirine. Piştî îfadeyên zarokan nehat zanîn ku S.O. hatiye binçavkirin an jî piştî îfadeyan li dijî wî doz hatiye vekirin an na.