Ji bo jinan xebateke berfireh a qadê 2025-12-24 10:52:44   AMED - Şaredariya Mezin a Amedê, li Taxa Lalebeyê serdana 102 malan kir û der barê navendên piştgiriyê, navendên jiyanê yên jinan, Xeta Alo Tundî û mekanîzmayên serlêdanê de jin agahdar kirin.   Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, bi armanca zêdekirina gihîştina xizmetên ji bo jinan û avakirina hişmendiya têkoşîna li dijî tundiyê, li taxa Lalebeyê ya navçeya Sûrê xebateke qadê pêk anî.   Di xebatê de, xebatkarên Navenda Lêkolîn û Sepandina Pirsgirêkên Jinan a Amedê (DÎKASUM) û koordînatorên Navenda Jiyanê ya Jinan a Quçê û Lalebeyê beşdar bûn û serdana 102 malan kirin.   Xizmet hatin vegotin, belavok hatin belavkirin   Di çarçoveya xebata qadê de, der barê xizmetên ku navendên piştgiriyê û navendên jiyana jinan pêşkêş dikin de agahî hatin dayîn. Her wiha ji bo jinan belavokên nasandinê yên ku agahiyên berfireh li ser Xeta Alo Tundî û mekanîzmayên serlêdanê tê de hene, hatin belavkirin.   Di têkoşîna li dijî tundiyê de xebata hişmendiyê   Di dema serdanan de ji aliyê tîman ve bi jinan re hevdîtin hatin kirin; pênaseya tundiyê, cureyên tundiyê, saziyên ku di dema rûbirûbûna tundiyê de dikarin serî lê bidin û mekanîzmayên piştgiriyê hatin şirovekirin û xebateke hişmendiyê hat meşandin.