Li 5 bajaran aqûbeta windayan hat pirsîn 2025-12-27 14:45:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan li Amed, Êlih, Riha, Colemêrg û Îzmirê aqûbeta windayan pirsîn û xwestin edalet pêk bê.   Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li Îzmîr, Riha, Amed, Êlih û Colemêrgê çalakî li dar xistin û xwestin winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Malbatan edalet xwestin û li aqûbeta windayan pirsîn.   Amed   Malbatên windakiriyan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê di hefteya 881'emîn a çalakiya xwe de li Parka Koşûyolûyê li dar xist û aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê di 26'ê Kanûna 199'an de li Amedê hatiye windakirin pirsîn.   Çalakiyê li pêş Bîrdariya Mafê Yiyanê bi rêzgirtinê dest pê kir. Pankarta “Bila qunda bên dîtin û kujer bên darizandin vekirin. Parazvanên mafên mirovan li vir kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Serokê Şaxa ÎHDê Ercan Yilmaz, ewil 34 gundiyên Roboskiyê ku di 28'ê Kanûna 2011'an de hatin kuştin bibîr anî û xwest edalet cihê xwe bibîne. Piştre Mizgîn Ozdemîr çîroka kalikê xwe Mehmet Ozdemîr ku hatiye windakirin xwend û xwest hestî û gora kalikê wê bê dîtin û hesap ji kujeran bê pirsîn.   Êlih   Xizmên windakiriyan û Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî bi heman armancê di hefteya 717'an de li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Gulistanê kom bûn û daxuyanî dan. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de xwestin kujerê 34 gundiyên Roboskiyê ku di 28ê Kanûna 2011'an de hatin kuştin bên pirsîn û darizandin.   Endamê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Huseyîn Elçî çîroka komkujiyê vegot û xwest hesabê vê komkujiyê bê pirsîn.   Colemêrg   Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê jî di hefteya 207'an de li navçeya Geverê çalakiya xwe berdewam kir. Xizmên windayan pakarta “Blia winda bên dîtin û kujer bên darizandin” vekirin û wêneyên windayan rakirin. Seroka Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz çîroka winda Hasan Ateş xwend û xwest edalet cihê xwe bibîne.b   Riha   Şaxa ÎHDê ya Rihayê jî bi heman armancê di hefteya 64'an daxuyankî da. Rêveberên ÎHD'ê li pêş Novada Parkê kom bûn û wêneyên windayan rakirin. Xizmên windayan aqûbeta Fethî Yildirim ku li navçeya Wêranşarê hatibû windakirin pirsîn û xwestin kujer bê darizandin.   Îzmîr   Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê jî li peş Sumerbankê ya Konakê kom bûn û daxuyanî dan. Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Nazli Turan, daxuyanî da û bal kişand ser çîroka Veysel Gunay ê 24 salî. Nazli Turan xwest gora Veysel Gunay bê dîtin û faîl bên darizandin.