Li Agiriyê hevdîtina 8'ê Adarê: Em ê azadiya xwe bi dest bixin 2026-03-02 13:04:29   AGIRÎ – Aktîvîsta TJA'yê Gultan Kişanak di civîna 8'ê Adarê de li Bazîdê axivî û bal kişand ser pêvajoya heyî û got, "Hûn fermandarên aştî û civaka demokratîk in. Em ê xeyalên xwe pêk bînin, em ê azadiya xwe bi dest bixin."   TJA'yê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi dirûşmeya "Em bi berxwedanê xwe azad dikin, em civakek demokratîk ava dikin" civînek jinan li dar xist. Civîna ku li Parka Şaredariya Kevin pêk hat, çalakvanên TJA'yê Gultan Kişanak, Zekiye Îlbasan û Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Berîvan Bahçeci û gelek jinên din beşdar bûn.   Beriya civînê, jinên ku li ber ofîsa navçeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM  Partî) kom bûbûn, bi dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" ber bi cihê civînê ve meşiyan.   Ji bo bîranîna jinên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin.     Aktîvîsta TJA'yê Zekiye Îlbasan bal kişand ser girîngiya dîrokî ya 8'ê Adarê. Zekiye Îlbasan, bal kişand ser pêwîstiya jinan a ji bo vegerandina keda xwe ya hatiye dizîn û got, "Her kes bi keda xwe, xwe diafirîne. Ji ber vê yekê 8'ê Adarê ji bo me pir girîng e. Jinan di vê rojê de ji bo keda xwe têkoşiyan. Em jî dê li kolan û meydanan bin da ku keda xwe bigirin. Divê qanûn werin derxistin da ku keda me xuya bibe. Em ê ji bo vê yekê têkoşîna xwe bidomînin."   Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Berîvan Bahçecî jî bal kişand ser wate û girîngiya 8'ê Adarê û diyar kir ku her qad dibe mêranî û cih ji jinan re nayê dayîn. Berîvan Bahçecî diyar kir ku jin heta ku mafên xwe yên hatine dizîn bi dest nexin dê li kolanan bin.   Piştre Gultan Kişanak axivî û got, "8'ê Adarê roja yekîtî û hevgirtinê ye. Îro Rojhilata Navîneke nû tê avakirin. Kurd êdî bi ziman, nasname, çand û îradeya xwe cihê xwe digirin. Jin û gelê me, ku ji vê yekê pêşengiyê dikin, wê pêşengiya xwe bidomînin. Ger gelê min azad nebe, ez jî azad nînim. Ji ber vê yekê, divê her yek ji me azadiya xwe ya kesane bi azadiya gelê xwe re bifikire."   Piştî axaftinan, hunermend Baran Bozyel derket ser dikê. Piştî stranan, kombûna jinan govendê bi dawî bû.