Li navçeyên Amedê hevdîtinên 8'ê Adarê 2026-03-03 15:00:03   AMED – Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê  li bazarên Çermûg û Erxenî û li Sûrê bi firoşkarên jin re civiya. Broşûrên bi sê zimanan hatin belavkirin û daxwaz û pêşniyarên jinan hatin guhdarîkirin.   Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li deverên bazarê yên navçeyên Çermûg û Erxenî  bi jinan re civiya. Di çalakiyên ku ji hêla Daîreya Polîtîkayên Jinan ve hatine lidarxistin de broşûrên agahdarkirina mafan li jinan hatin belavkirin, li navçeya Sûrê jî Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û şandeya wê serdana firoşkarên jin kirin.   Li navçeyan hevdîtinên li bazarê   Li Çermûg û Erxenî, li bazarên jinan civîn hatin lidarxistin û broşur hatin belavkirin. Nûnerên Beşa Polîtîkayên Jinan û endamên meclîsê beşdarî çalakiya Çermûgê bûn. Jinên li bazarê li ser paşxaneya dîrokî ya 8'ê Adarê, xuyabûna keda jinan û girîngiya têkoşîna ji bo mafan hatin agahdarkirin.   Li Êrxenî, hevşaredara navçeyê Birsen Azak Bayar, endamên meclîsê û karmendên Beşa Polîtîkayên Jinan û Şaxa Polîtîkayên Jinan beşdar bûn. Broşur li jinên li bazarê hatin belavkirin û diyar kirin ku 8'ê Adarê ne tenê rojek bîranînê ye, lê rojek têkoşîna navneteweyî ye ji bo bilindkirina daxwazên wekhevî û azadiyê.   Broşur bi sê zimanan hatin amadekirin   Broşurên ku bi Kurdî; "Kurmancî, Zazakî" û Tirkî hatine amadekirin, hatin belavkirin ku rola hevgirtina jinan li dijî pergala serdest a mêran destnîşan dikin. Serdan û hevdîtinan armanc kirin ku hişmendiya mafên jinan xurt bikin û torên hevgirtina herêmî berfireh bikin   Li Sûrê serdana esnafan   Çalakiyên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan ve ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hatine organîzekirin, berdewam dikin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, tevî Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol, endamên meclîsa DBB’ê, Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk û serokên daîreyan, li Taxa Cevat Paşa ya navçeya Sûrê serdana jinên esnaf kirin.   Di serdanan de bi jinên esnaf re sohbet hat kirin û broşurên agahdarkirinê yên ku bi Kurmancî, Zazakî û Tirkî hatine amadekirin li welatiyan hatin belavkirin. Di hevdîtinan de li ser wate û girîngiya 8’ê Adarê peyam hatin dayîn û daxwaz û pêşniyarên jinan hatin guhdarîkirin.   Hevşaredar Bucak di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ew di çarçoveya 8’ê Adarê de giringiyê didin hatina bal hev a bi jinan re û wiha got: “Me xwest ku em jinan hem vexwînin bernameya 8’ê Adarê û hem jî rewşa karên wan li cihê wê bibînin. Em armanc dikin ku naveroka broşurên xwe parve bikin û xebatên xwe yên hişmendiyê bigihînin jinan.”