‘Li girtîgehên Îranê darvekirinên bi komî tên kirin’ 2026-03-03 16:10:24     NAVENDA NÛÇEYAN -Rejîma Îranê girtiyan li baregehên leşkerî wek mertal ji bo parastina xwe bikartîne. Her wiha hat gotin ku li girtîgeha Qizilhesar jî girtî bi komî tên darvekirin.   Komîteya Azadiya Girtiyên Siyasî di derbarê rewşa girtiyan a li girtîgeha Esfehan û Qizilhesar a li Kerecê de daxuyaniyek belav kir.   Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku piştî Amerîka-Îsraîlê li dijî Îranê dest bi êrişan kir, ji girtîgeha Esfehanê gelek girtiyên siyasî û girtiyên din bi otobusan ji girtîgehan ji bo cihên nediyar hatine veguhestin.   Hat gotin ku heta niha di derbarê çarenûsa wan girtiyan de saziyên rejîmê ti agahiyek bi malbatên girtiyan re parve nekiriye. Hat gotin ku rejîma Îranê wan girtiyan di navendên leşkerî de bicih dike û wan wekî mertalên zindî ji bo parastina xwe bi kartîne.   Her wiha li gor nûçeya malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî, rewşa girtiyên li girtîgeha Qizilhesar a li Kerecê gihiştiye rewşek metirsîdar. Girtiyan ji ber şert û mercên zehmet yên li girtîgehê dest bi nerazîbûnan kirine. Li beramber de jî hêzên ku parastina girtîgehê dikin bi gazên rondikrêj êrişî girtiyan kirine. Hat gotin ku malbatên girtiyan li ber girtîgehê kombûne.   Li gor heman nûçeyê, hatiye diyarkirin ku gotegotên darvekirina bi komî ya girtiyan li girtîgeha Qizilhesar heye.   Li gor daxuyaniya Kampanyaya Sêşemên ji Darvekirinê re Na, ji dawiya meha borî ve jî 65 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin. Her wiha cezayê darvekirinê li 3 kesên tevli xwepêşandanan bibûn jî hatiye birîn.