Li Amed, Colemêrg û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsîn 2026-03-07 14:40:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDê yên şaxên Amed, Êlih û Colemêrgê li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin winda bên dîtin û faîl bên darizandin.   Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDê yên şaxên Amed, Êlih û Colemêrgê wek her hefteyê vê hefteyê jî li qadan bûn û xwestin aqûbeta windayan bê eşkerekirin û faîl û berpirsiyarên windakirinan bên girtin û darizandin.   Amed   Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 891'emîn a çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê kom bûn û daxuyanî dan. Xizmên Windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 891'emîn de xwestin kujerên Hatîce Atalay a ku di 10'ê Îlona 1996'an de li navçeya Pîranê hatibû kuştin bên dîtin û darizandin. Beriya daxuyaniyê, ji ber 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê rêveberên ÎHD'ê qurnefîl dan xizmên windayan ên jin û nûçegihanên jin ên ku çalakiya wan şopandin. Di çalakiyê de ewilî Hevseroka ÎHD'ê ya Amedê Sûzan Mehmetoglû axivî.   Hevseroka ÎHD'a Amedê Sûzan Mehmetoglû di çalakiyê de axivî û bal kişand ser tundiya sîstematîk a li ser jinan. Mehmetoglû diyar kir ku sal bi sal hejmara jinên tên qetilkirin zêde dibin û wiha got: “Em tu carî qebûl nakin ku tundî li ser jinan bê kirin. Mafê jiyanê yê jinan heye û em ê heta dawiyê parastina vî mafî bikin. Heke saziyên edaletê cezayên giran nedin kujeran, ew ê bêtir cesaretê bigirin. Heta ku edaleta rasteqîn pêk neyê, azadî û wekhevî pêk nayê. Em 8ê Adarê li hemû jinên kedkar û jinên Kurd pîroz dikin. Têkoşîna me dê heta dawi li cînayetên jinan were berdewam bike.”   Piştî axaftina Sûzan Mehmetoglû Rêvebera ÎHDê Eylem Kaya çîroka Hatîce Atalay a ku di 10'ê Îlona 1996'an de li navçeya Pîranê hatibû kuştin xwend. Eylem Kaya diyar kir ku Hatîce Atalay, hevjînê wê û cîrana wan, berî ku biçin avdana baxçeyê xwe agahî dabûn Midûriyeta Polîsan lê belê Tîmên Tevgera Taybet gule li wan reşandine û got: “Hatîce Atalay birîndar bûye, lê polîsan heta saet 06.00'ê sibehê nehiştine bibin nexweşxaneyê û ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest daye. Dosye bi polîtîkaya bêcezahiştinê hat girtin. Dewletê berpirsiyariya xwe ya lêpirsîneke serbixwe bi cih neanî. Lê em ê dest ji daxwaza edaletê bernadin.”   Piştî xwendina çîrokê, xizmên windayan û rêveberên ÎHDê ji bo Hatîce Atalayê deqîqeyekê çalakiya rûniştinê pêk anîn û dû re çalaki bi dawî bû.   Êlih    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê û Malbatên Windayan di hefteya 727'emîn de çalakiya xwe ya bi navê “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê li dar xist. Di çalakiyê de rêveberên ÎHD'ê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û kuştin hildan. Rêveberên ÎHD'ê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kulîlk dan beşdarvanên jin. ÎHD'ê û Malbatên Windayan vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Mûngan ê di 18'ê Adara 1998'an de li mezraya Ceylanê ya gundê Xirabreşik ê navçeya Silopiya ya Şirnexê piştî sergirtina leşkeran a malê hat girtin û ji wê rojê agahî jê nayên girtin pirsîn. Çîroka Mehmet Mûngan rêveberê ÎHD'ê Reşît Çetînkaya xwend.   Colemêrg    Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û Xizmên Windayan di hefteya 217'emîn de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiya xwe domandin. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Gever beşdarî çalakiyê bûn.   Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Hatice Atalay hate pirsîn. Daxuyanî bi tirkî ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz ve hat xwendin. Çapraz da zanîn ku Hatice Atalay diçe avdaniya bax û baxçeyan ku diket pişt Emniyetê. Tîmên Taybet gule li herêma ku Hatice Atalay lê dibarînin.   Sîbel Çapraz di berdewamiya daxuyaniyê da anî ziman ku hevjînê Hatîcê ji bo rawestandina Tîmên Taybetê ber bi wan ve diçê û got: “ Tîmên Taybet gotin; ‘Em ê te jî bikûjin. Sîbel Çaprazê da zanîn ku saet di 06:00'ên sibehê de cenazeyê Hatice Atalayê li nav bax tê dîtin.   Sîbel Çaprazê di dawîyê de got: “Em ê ji bo Hatîce Atalayê ji bo hemû windayên xwe her tim edaletê bixwazin.”   Daxuyanî bi deqeyekê çalakiya runiştinê bi dawî bû.