Cihê mîtînga 8’ê Adarê ya Wanê hat guhertin 2026-03-07 21:04:36   WAN - TJA’yê diyar ki rku ji ber şert û mercên hewayê cihê mîtînga 8’ê Adarê guhertine. Mîtîng wê li şûna Parka Musta Anter, li Salona Dawetê ya Vîlla Park pêk bê.   Tevgera Jinên Azad (TJA), diyar kir ku cihê mîtînga 8’ê Adarê ya Wanê ji ber şert û mercên hewayê hatiye guhertin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku berê Parka Musa Anter hatibû diyarkirin lê ji ber rewşê wê li Salona DAwetê ya Park Vîlla ya Kolana Çandê pêk bê.   Li gorî daxuyaniyê mîtîng 8’ê Adarê saet di 12.00’an de wê dest pê bike. Banga tevlibûna mîtînga wê li Salona Dawetê Park Vîla pêk bê, hat kirin.