Li Îdirê şahiya 8’ê Adarê 2026-03-08 22:26:54   ÎDIR - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi dirûşmeya ‘Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin’ şahî pêk anîn. Nejla Demîr di şahiyê de axivî û got: “Em îro dibînin ku êşa herî mezin a dijhiqûqiyê dîsa jin dikşînin.”   Ji aliyê Meclîa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve li ber Tesîsên Civakî ya Şaredariya Xelfeliyê çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de şahî pêk hat.  Parlamentera Dem Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr, hunermend Hozan Fatma û gelek jin tevli bûn.   Nejla Demîr di şahiyê de axivî û da zanîn ku 8’ê Adarê rojeke ku jin li dijî zîhniyta koletiyê têdikoşe, jiyana koletiyê red dike ye û got: “8’ê Adarê dîrok guhert. Ez bi vê wesîleyê hemû jinên di riya têkoşîn azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin. Em îro dibînin ku êşa herî mezin a dijhqûqiyê jin dikşînin. Heta ku  edalet pêk bê wê têkşîna me bidome.”   Bername bi govend û stranan bidawî bû.