Îlham Ehmed: Divê vegera ji bo Efrînê destpêka hêvî û aramiyê be 2026-03-09 16:52:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Îlham Ehmed li ser medyaya dîjîtal derbarê vegera malbatên ji Efrînê de agahî parve kir û got, "Em hêvî dikin ku ev vegera dê bibe gava yekem di pêvajoyek berfirehtir de ku dê rê li ber vegera hemû koçberan a ji bo malên xwe veke; û her wiha dê bibe destpêka rêyeke cidî ber bi sererastkirina zirarê û vegerandina aramiyê ya li Efrînê."   400 malbatên Efrînî, ku ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên di sala 2018’an de neçar man koçber bibin, di çarçoveya peymana di navbera rêveberiyên HSD û HTŞ’ê de ku di 29’ê Çile de hatiye îmzekirin, ji bo vegera welatê xwe ketin rê. Ji 400 malbatên Efrînî yên ku li Qamişlo li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, 150 çûn Mabata, 150 çûn Cindirêsê û 100 çûn navçeyên Şiyê yên Efrîn. Malbat bi 50 otobus û 75 mînîbusên ku ji hêla Encumena Penaberan a Efrîn-Şehba ve hatine amadekirin û her weha wesayîtên taybet gihîştin Hesekê.   Hevseroka Beşa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Îlham Ehmed li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal X derbarê vegera malbatan ji bo Efrîn de peyamek parve kir.   Peyama Îlham Ehmed wiha ye:   "Vegera nêzîkî 400 malbatan ji bo Efrînê îro, piştî salan ji koçberiya bi darê zorê ya dubare, ji bo gelê herêmê kêliyek balkêş û girîng e. Girêdana xelkê Efrînî bi axa xwe re tevî hemû şert û mercan jî zindî maye. Ji ber ku ji bo wan, erd ne tenê cîhek ji bo jiyanê ye; ew tê wateya bîranîn, jiyan û rehên kûr. Em hêvî dikin ku ev vegera dê bibe gava yekem di pêvajoyek berfirehtir de ku dê rê li ber vegera hemî koçberan ji bo malên xwe veke; ew ê di heman demê de destpêka rêyek cidî ber bi sererastkirina zirarê û vegerandina aramiyê li Efrînê nîşan bide."