Heyetê li Kobanê sersaxî ji malbata Salih Muslim xwest 2026-03-14 19:54:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir li ser navê heyeta Bakurê Kurdistanê sersaxî ji malbata Salih Muslim xwest û wiha axivî: “Em ê xwedî li berxwedana bavê Welat derkevin û em ê şopdarên rêya wî bin.”   Heyeta siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê ku îro gihiştibûn Kobanê sersaxî ji malbata endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim re xwest.   Heyet ji Hevserokên Giştî yên DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş, Cîgira Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê ji Tekiliyên Derve Berpirsiyar Ebru Gunay, aktivîsta TJA'yê Sebahat Tuncel, siyasetmedarên Kurd Leyla Zana, Çetîn Arkaş, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, pêk tê.   Hevseroka Giştî ya DBP`ê Keskîn Bayindir sersaxî ji malbata Salih Muslim xwest û wiha got: “Em li ser navê şandeya xwe sersaxî ji malbata şehîd Salih Muslim re dixwazin.”   Keskîn Bayindir diyar kir ku li bakurê Kurdistanê ev 4 roj in amadekariyên Newrozê tê kirin û wiha got: “Em ê agirê Newrozê li bakurê Kurdistanê geş bikin û em dixwazin bavê Welat di Newrozê de bi bîr bînin. Em ê xwedî li berxwedana bavê Welat derkevin û em ê şopdarên rêya wî bin.”   Li ser navê malbata Salih Muslim, hevjîna wî Eyşe Efendî bi xêrhatina heyetê kir û wiha got: “Em jî wek malbata şehîd Salih Muslim bi xêrhatina heyetê dikin û em ê gelek kêfxweş in bi hatina we. Em jî wek malbat em ê her tim di nava têkoşîn û berxwedanê de bin û xwedî li ked û têkoşîna şehîd Salih Muslim derkevin.”