Li Rihayê Meclisa Ekolojiyê hate avakirin 2026-03-15 16:17:28   RIHA - Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê bi çalakiyekê damezirandina xwe ragihand.    Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê, bi çalakiyekê damezirandina xwe ragihand. Çalakî, li Eywanan Konferansê ya Îbrahîm Ayhan a Şaxa KESK’ê ya li navçeya Xelîliyeyê hate lidarxistin. Li eywanê pankartên "Xweza dewlemend e kulîlk bi heft reng e" û "Xweza jiyan e jiyanê biparêze" hatin daliqandin. Nûnerên ekolojî û rêxistina civaka sivîl tev li bûn. Hevberdevken Komeleya Ekolojiyê ya Rihayê Ferda Oncel û Serhat Altandag jî tev li bûn.    Altandag, di çalakiyê de got ku avakirina komeleyê encamekî pêddiviyeke kolektîf bû û got ku hem li Rihayê hem jî li hemû herêmê bi pirsgirêkeke mezin anku bi krîza avhewayê rû bi rû ne. Altandag, encamên krîza avhewayê rêz kir û got ku krîza avhewayê ne tenê pirsgirêkeke hawirdorê ye lê di heman demê de meseleya domandina ewlehiya xurekê, edaleta aborî û civakî ye. Altandag, got ku ev pirsgirêk nîşan didin ku pirsgirêkên ekolojîk ne pirsgirêkên şexsî ne lewma hewcehî bi piştevanî û têkoşîneke kolektîf heye. Altandag, da zanîn ku Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê jî encamekî vê hewcehiyê ye.    Piştre jî Endama Komeleya Ekolojiyê Ozlem Ozdemîr jî deklarasyona avakirina komeleyê xwend. Ozlem Ozdemîrê got ku weke Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, tevahiya rûyê erdê weke parçeyek dibînin û divê pêwendiya mirov-xwezayê ne li ser tehekûmê lê li ser esasê hevsengiyê esas were girtin. Ozlem Ozdemîr anî ziman ku di bingeha hilweşînên ekolojîk de zîhniyeta tehekûmperest a mirovan heye û lewma ew têkoşîna xwe weke têkoşîna azdkirina xweza û civakê dibînin.    Bi domdarî Ozlem Ozdemîrê got ku Riha di bin gefeke mezin a ekolojiyê de ye. Ozlem Ozdemîr destnîşan kir ku xwegihandina ava paqij, hewayê paqij, xurekên bitendurist û cihê hewînê mafên sereke ne. Got ku ew ê di çarçoveya perspektîfa demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê de ji bo parastina av, ax û jiyanê xwe birêxistin bikin. Bi domdarî anî ziman ku civaka azad civaka ekolojîk e û axaftina xwe wiha qedand: “Civaka ekolojîk bi pêşengtiya jin û ciwanan pêkan e. Em radigihînin ku dê li ser xak, av û bîra Mezopotamyayê; jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê bi hev re ava bikin. Meclisa me ser xêrê be.”    Bername, bi nêrîn û pêşniyarên beşdaran bi dawî bû.