Azadiya Welat bi manşeta ‘Newroza yekîtiyê’ derket 2026-03-16 09:16:10   AMED - Hejmara 10'emîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta ‘Newroza yekîtiyê’ derket pêşberî xwînerên xwe.   Rojnameya Azadiya Welat ku heftane tê çapkirin, vê hefteyê jî cîh da peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku ji bo Salih Muslim şandibû. Rojnameyê têkildarî deklerasyona Newroza 2026'an, plasaziya çalakî û mitîngên 21'ê Newrozê bi aktivîsta TJA'yê Fatma Ablay re bi sernavê “Newroza 2026'an qonaxa nû ya aştiyê ye” hevpeyvîn kir.   Vê hefteyê nivîskar Adar Gulan bi sernavê “Newroz; roja zayîna gelê kurd e” Felemez Ulug bi sernavê “Jeopolîtîkaya Hurmuzê û rola kurdan” Kurdistan Lezgiyeva bi sernavê “Taywan tenê ne graveke bial e” Zinar Ronî bi sernavê “Şîn û şahî” Lîzşêr Amed bi sernavê “Medan ra heta ewro sembola azadîye: Tîjîya Newroze” Ehmedê Bira bi sernavê “Roşanê Newrozî” Siyabend Aslan bi sernavê “ Ez Amûda şewitî me!” Serdar Altan bi sernavê “Di ser qirkirinê re 38 sal derbas bûn” Dildarê  Amedê bi sernavê “ Dê her bimîne stêrkeke geş li esmanê wêjeya kurdî” Yaşer Eroglu bi sernavê “Ma ne hewce ye gelê tirk jî îkna bibe?” analîzên girîng kirin.