Li 7 navçeyên Amedê Newroz hat pîrozkirin 2026-03-17 14:47:30   AMED  - Li navçeyên Bismil, Farqîn, Erxenî, Pasûr, Pîran, Gêl û Çêrmûg ên Amedê Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyên Newrozê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û bang li dewletê hate kirin ku di vê mijarê de demildest gavekê biaveje.    Di pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de li navçeyên Bismil, Farqîn, Erxenî, Pasûr, Pîran, Gêl û Çêrmûg ên Amedê bi dirûşmeyên “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” û “Newroza Azadî û Demokrasiyê” Newroz hate pîrozkirin. Di Newroza ku bi tevlibûna hezaran kesan hate pîrozkirin de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.    Farqîn    Li navçeya Farqînê jî li Qada Azîzoglû Newroz hate pîrozkirin. Di Newrozê de ku dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Jin û ciwanên ku bi cil û bergên herêmî û kesk, sor û zer beşdarî Newrozê bûn li ber stranan govend gerandin. Di pîrozbahiyê de parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, Hevşaredarên Navçeyê Kadrî Esen û Sevîm Bîçîcî, endam û rêveberên DEM Partiyê yên navçeyê û gelek welatî di pîrozbahiyê de amade bûn. Di pîrozbahiya ku koma alîgirên Amedsporê Barîkat jî tev li bû de dîmenên rengîn derketin holê. Bi vêxistina agirê Newrozê coşa li qadê zêde bû û bi hezaran kesan li dora agir govend gerandin.    ‘Gelê Kurd hê li ser piyan e’   Serhat Eren ê di pîrozbahiya Newrozê de axivî, Newroza gelan pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Bihara gelan, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, cejna Newrozê li we pîroz be! Ji Bakurê Kurdistanê heta Rojhilatê Kurdistanê, ji Rojava heta Başûrê Kurdistanê, Newroza wan jî pîroz be. Wek hûn jî dizanin, ji hezaran salan zêdetir e ku agirê Newrozê netemiriye, wê piştî vê saetê jî netemire. Wek hûn dizanin, meşeleya agirê Newrozê bi hezaran sal e di destê Kawayê Hesinkar, di destê Mazlûm Dogan, Rahşan, Zekiye de têkoşîna me ronî kiriye. Îro jî, meşaleya Newrozê, meşaleya azadiyê, meşaleya wekheviyê bi destê Rêberê Gelê Kurd geş dibe. Newroz li seranserê dîroka Kurdistanê de berxwedan e. Gelê Kurd bi hezaran sal e ji bo nasnameya xwe, ji bo zimanê xwe, ji bo çanda xwe li ber xwe da. Lê yek û yek li hemberî gelê Kurd zilm û zordarî kirin, di agirê Newrozê de yek û yek şewitîn û çûn. Îro gelê Kurd hê li ser piyan e, wê berxwedana xwe di her demê de pêş ve bixe.”   ‘Em pevçûn naxwazin’   Serhat Eren xwest ku hewceye li dora paradîgamaya Rêberê Gelê Kurd ya ku avakiriye jiyaneke nû were ava kirin û wiha domand: “Avakirina jiyana nû, avakirina civaka demokratîk e. Pêwîst e ku di serî de berî her tiştî Rêberê gelê Kurd, Birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Em dibêjin êdî em şer û pevçûnan naxwazin. Em naxwazin li ser vê axê, li ser vê erdnîgariyê tu mirovek jiyana xwe ji dest bide. Em jiyaneke nû dixwazin; ji bo jiyanek nû bila zimanê Kurdî di nav hiqûqê de cihê xwe bigire. Em dibêjin nasnameya Kurd bila di nav hiqûqê de cihê xwe bigire, bila çanda Kurd cihê xwe bigire. Aştî, aramî û çareserî ancax bi vî awayî dibe. Ji bo vê yekê pêwîst e ku gelê Kurd bigihîje mafê xwe. Pêwîst e ku ji her demê zêdetir em yekîtiya xwe pêk bînin, em yekîtiya xwe ava bikin. Wek hûn jî dizanin, gava ku gelê me, gelê Kurd, gelê Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê yekîtiya xwe ava nekiribe, li hemberî wan bi hêsanî komkujî hatiye kirin. Gava ku gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê yekîtiya xwe ava kir, bi yek dilî, bi hestê xwe ketin qadan û serkeftî bûn.”    Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê bi dawî bû.    Bismil   Li Bismilê jî gel Newroz li Qada Newrozê ya li kêleka otogara navçeyê pîroz kir. Welatiyên ku bi cil û bergên xwe yên Kurdî herikîn qadê dirûşmên “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Polîsan bi pêkanînên keyfî wêneyê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Giştî yê Berê Selahattîn Demîrtaş, ala Herêma Kurdistana Federe û zarokên di biniya 18 saliyê de ne girtin qada Newrozê. Zarokên ku temenê wan di navbera 10 û 17 salî negirtina xwe ya qadê li noxteya lêgerînê ya polîsan şermezar kirin. Ji ber hejmara zarokan her ku çû zêde bû, polîs neçar man destûrê bide zarokan.    Agirê Newroza ku bi coşeke mezin hate pîrozkirin li gel dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” ji aliyê Dayîkên Aştiyê ve hate vêxistin. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû ya piştî vêxistina agir axivî, destnîşan kir ku jin û ciwanên ku pêşengtiya Newrozê dikin daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û diyar kir ku divê dewlet di vê mijarê de demildest gavê biavêje. Halîde Turkoglû qala dîroka Newrozê ya berxwedanê kir û anî ziman ku ev ruh pêşengtiya milyonan kesan dike.    Dû re bi hezaran kes li dora agirê Newrozê li gel çepik û tilîliyan govend gerandin û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin.    Erxenî   Li navçeya Erxeniyê jî Newroz li Qada Otogara Navçeyê hate pîrozkirin. Welatî bi alên kesk û sor û zer ketin qadê û li ber dahol û zirneyê govend gerandin. Pişt re agirê Newrozê hate pêxistin û dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok Apo” li qadê olan dan. Parlamentara DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya di pîrozbahiyê de axivî.    ‘Newroza îsal bila bibe mizginiya azadiya Rêberê Gelê Kurd’   Adalet Kaya di serî de Cejna Newrozê pîroz kir û wiha got: “Newroz azadî ye. Werin em Newroza azadiyê ya 2026an pîroz bikin. Newroza îsal, mizgîniya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd e. Werin em ji vir silavan ji Îmraliyê re bişînin û Newrozê pîroz bikin.”   Pîran   Li Pîranê jî li Rawestgeha Çeşmeyê Newroz hate pîroz kirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, Hevşaredarên Pîranê Aysel Baran û Haci Akengîn, endam û rêveberên DEM Partiyê û saziyên sivîl ên civakî di nav de bi sedan welatî beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Gulşen Ozer, hevşaredaran û dayîkan bi lêxistina stranan agirê Newrozê vêxist. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên “Newroz Piroz be”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.   Gulşen Ozer a ewilî axivî gelê Pîranê silav kir û wiha got: “Em di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de silavên xwe ji hemû rêhevalên xwe yên di girtîgehan de dişînin.” Gulşen Ozer di berdewama axaftina xwe de endamê Desteya Rêveber a PYDê Salih Muslim bi bîr anî û got: “Heta em azadiyê neînin em nasekinin.”   Pişt re Hevseroka DEM Partiyê ya Pîranê Gursel Bozkûrt û Hevşaredarên Pîranê Aysel Baran û Haci Akengîn ku axivîn, Newroza gel pîrozkirin, qala berxwedana Newrozê kirin û peyamên aşitîyê dan. Di tevahiya bernameyê de diruşmên “Newroz Piroz be”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.    Gêl    Li navçeya Gêlê qada navçeyê Newroz hate pîrozkirin. Siyasetmedar Ayla Akat Ata di nav de gelek kes beşdarî Newrozê bûn. Li qada Newrozê dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Jin jiyan azadî, azad bike Rêbertî” hatin berzkirin.   ‘Newroz sembola berxwedan û vejînê ye’   Ayla Akat Ata ku di pîrozbahiyê de axivî, destnîşan kir ku Newroz ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyeke taybet e û sembola berxwedan û vejînê ye. Ayla Akat Ata wiha domand: “Em hêvî dikin ku ev Newroz di serî de bibe wesîleya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan. Wekî ku hûn jî dizanin, pêvajoyek dest pê kir û salek temam kir. Bi vê pêvajoyê re PKKê gelek gavên şênber avêtin, lê belê ji aliyê dewletê ve heta niha tu gaveke şênber nehatiye avêtin. Heke em pêvajoya aştiyê bimeşînin, divê her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê û gavên şênber biavêje. Em dixwazin ku her kes berpirsiyariya xwe pêk bîne. Bila Newroz bibe wesîleya azadî û aştiyê.”   Piştî axaftina Ayla Akat Ata, agirê Newrozê bi pêşengtiya jinan û bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" hate pêxistin. Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê bi dawî bû.     Pasûr   Li navçeya Pasûrê jî li kêleka stadyûma navçeyê Newroz hate pîrozkirin. Siyasetmedar di nav de gelek kes beşdarî Newrozê bûn. Pankarta “Newroz pîroz be” û flamayên kesk, sor, zer û mor li qada pîrozbahiyê hatin daliqandin. Girseyê her tim dirûşmên “Jin jiyan azadî” , “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kir.    Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn ê di pîrozbahiyê de axivî, wiha got: “Newroza Rêber Apo pîroz be. Em ketin pêvajoyeke nû. Lê em di heman demê de hem kêfxweş in û hem jî xemgîn in. Me Salih Muslim ku di têkoşîna azadiyê de berdêl da winda kir û em wî bi rêzdarî bi bîr tînin. Her wiha ez kesên ku di komkujiya Helebçeyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînim. Li ser vê rêyê gelek berdêl hatin dayîn. Di dawiyê de gelê Kurd bi Rêbertiya xwe re hebûna xwe îlan kir. Li Rojhilata Navîn her tişt dikare her roj her kêliyê biguhere. Vî gelî ji bo hebûnê têkoşiya û niha jî wê di çarçoveya jiyaneke azad de dest bi jiyaneke nû bike. Ev Newroz wê bibe Newrozeke ku Rêber Ocalan azad bibe. Statuya Rêber Ocalan dê bibe statuya gelê Kurd.”   Piştî axaftinê agirê Newrozê hate vêxistin û pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê bi dawî bû.    Çermûg   Li navçeya Çermûgê jî li qada Sergermavê Newroz hate pîrozkirin. Gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de her tim dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Newroz pîroz be” hatin berzkirin.    Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya ku di pîrozbahiyê de axivî, destnîşan kir ku Newroz ji bo gelê Kurd tenê cejn nîne û got: “Newroz azadî ye.” Piştî axaftinê pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê bi dawî bû.