'Dê YPJ mafên hemû jinan biparêze' 2026-03-19 09:06:54   Jiyan Gencan   QAMIŞLO - Kongra Star berî bi du rojan bi dirûşma " Werin em bi hev re têkoşînê bidin, ji bo misogerkirina mafên jinan di destûra Sûriyeyê de" konferansek li dar xist. Di konferansa hat lidarxisitn de jinan diyar kir ku ji bo destkeftiyên xwe wê heta dawî têkoşînê bidin û di destura nû de cihê xwe bigrin.    Kongra Star berî bi du rojan di 17'ê Adarê de bi dirûşma “Werin em bi hev  re têkoşînê bidin, ji bo mîsogerkirina mafên jinan di destûra Sûriyeyê de” konferansek li dar xist. Rêveber, koordînasyon û endamên Kongra Star, fermandar û şervanên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ), nûnerên jin ên partiyên siyasî yên li rojavayê Kurdistanê beşdarî konferansê bûn.   Endama Koordînasyona Kongra Star Gulîstan Gulo û şervana  YPJ'ê Zîlan Cesur li ser armanca konferansê ji ajansa me re axivîn.   'Li Sûriyeyê êrîş li ser hebûna jin heye'   Endama koordînasyona Kongra Star Gulîstan Gulo, di destpêka axaftinê xwe de diyar kir ku armanca wan ji konferansê di destura nû ya Sûrîyeyê de parastina maf û destkeftiyên jinan e û got: "Bipêşengtiya Kongra Star hemû partî, sazî, rêxistin û kesayêtên jin ji bo konferansê 400 delege kom bûn. Armanca konferansa me ya yekem ew e ku  êrîşên pir mezin li ser destkeftiyên jinan li rojavayê Kurdistan û li gîştî Sûriyeyê hene û em dixwazin van êrîşan beralî bikin. Êrîş li ser hebûn û nasnameya jinan heye. Hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi tu awayî hebûn û nasnameya jinan qebul nekiriye. Em ê li ser mafên jinan nîqaş bikin û ji bo ku di destura nû ya Sûriyeyê de mafê jinan were parastin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Biryarên ku derbarê jinan de wergirin divê bi îrade û fikra jinan be, gr ku îradeya jinan di biryaran de nebe em qebul nakin. Divê bi îradeya jinan em di avakirina Sûriyeyê de cihê xwe bigrin."   Gulîstan Gulo di dawî de anî ziman ku hemû sazîû rêxistinên jinan ji bo mefên xwe di konferansê de amade bûn û wê jin li hemberî wê zîhniyeta mêrperst tarî tekoşîna xwe dewam bikin.   'YPJ wê heta dawî ji bo mafê jinan têkoşînê bide'   Şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Zîlan Cesur jî li ser armanca konferansê axivî û wiha got: " Kombuna jinan ji bo mafê xwe xwedî weteyek pir mezin e. Armanca konferansa me ew bû ku  em wekî jin di destura nû de mafê xwe misoger bikin. Ne tenê di warê parastinê de di hemû qadên siyasî, civakî, ewlehî û jiyanî de divê mafê jinan hebe û jin di hemû qadan de bi îradeya xwe cihê xwe di vê destûrê de bigirin. Em îro li vir dixwazin denge xwe bighînin hikumeta demkî û hemû kesên eleqedar ku em ê heta dawî ji bo mafê xwe têkoşînê bikin."   'Wekî YPJ'e em hene û emê her hebin'   Zîlan Cesur anî ziman ku wekî YPJ'ê ew 14'e salin ji bo hebûna jin û civakê têkoşînê didin û ji vir û şunde jî wê têkoşîna xwe mezintir bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Em 14  sal in di nava şerekî dijwarde ne. Me gelek şehîd ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Rojava dan. Niha jî em amade ne ku ji bo hebûna jinan û nasnameya wan di hemû qadan de têkoşînê bidin. YPJ di nava 14 salan de bû pêşengê civakê û ji bo parastina destkeftiyên jinan her tim têkoşîn da.  Niha jî em ê ji bo mafê jinan vê têkoşîna xwe bidomînin. zîhniyeta hikumeta demkî ya Sûriyeyê ya mêrsalar e û em li dijî wê zîhniyetê ne. Bila jin û gelê me bizanin ku em ji bo parastina wan hene û em ê her hebin. Em wekî YPJ'ê ji bo jinên Sûriyeyê bûne pêşeng emê ji bo mafên hemû jinan têkoşînê bidin. Em soz didin ku em ê parastina jinan bikin. Em ê qebul nekin ku zîhniyeta mêrsalar li ser jiyana jinan biryaran bigre. Em soz didin ku em ê li ser parastina mafên jinan têkoşînê bidin."