Li Efrîn û Helebê êrişên nîjadperest 2026-03-21 21:20:37   NAVENDA NÛÇEYAN- Di dema pîrozbahiya Newrozê de bi dehan kes, êrişî malbatên Kurd ên li Efrînê û Helebê kirin û wesayîtên wan texrîb kirin.   Di pîrozbahiyên Cejna Newrozê de bi dehan kesên hawirde êrişî malbatên Kurd ên li Efrîn û Helebê kirin.   Li gorî nûçeya ANHA’yê, li Efrînê bi dehan kesan bi awayekî koman êrişî ciwan û jinan ên Kurd kirin, wesayîtên wan şikandin û heqaret li sembolên Kurdî kirin.