Li Stenbolê Newroza 'Azadî û Demokrasiyê' 2026-03-22 10:15:39   STENBOL - Li Stenbolê Newroza “Azadî û Yekitiya Demokratîk” bi tevlîbûna milyonan kesan dest pê kir. Di pîrozbahiya Newrozê de peyamên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yekitiyê tên dayîn   Pîrozbahiya Newroza Stenbolê ya ku îsal bi dirûşmeya, “Azadî û Yekitiya Demokratîk” tê lidarxistin. Bi hezaran kes bi cil û bergên xwe yên neteweyî, al û filameyan kesk, sor û zer tev li pîrozbahiyê Newrozê bûn. Pîrozbahî ji bo cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin.    Girse li qadê dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî”, “Yek e yek e yek e Kurdistan yek e” berz dike. Qada Newrozê bi dengê dirûşman olandide û bi rengên ji hev xweşiktir xemilî ye. Pêştî koma ribabê derket ser dikê, bi hezaran kes govendê digerînin. Coşa pîrozbahiya Newrozê ya Stenbolê ku li Qada Yenîkapiyê tê lidarxistin, her ku diçe zêde dibe. Bi deh hezaran kesan qad tije kirine û herikîna ber bi qadê ve jî hêj didome.    Bi destpêkirina bernameyê re dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Piştre jî koma dahol û zirneyê li ser dikê cihê xwe girt. Girseyê, demekî dirêj govend gerand.    Li qadê pankartên mezin ên bi nivîsa “Emperyalîzm dijminê sereke ye, gel xwişk-bira ne” û “Bijî azadî, bimire koletî” hatin hilgirtin.    Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê Arîfe Çinar û Çinar Altan di pîrozbahiyê de axivîn. Arîfe Çinarê got: “Ez bejna xwe li ber coş û kelecana we ditewînim. Ev qad, îro ji ber têkoşîna we tije ye. Newroza we pîroz be.” Bi domdarî Arîfe Çinarê, anî ziman ku îro ji ber têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd pêşiya mercên jiyaneke wekhev û azad vebûye û got: “Yê ku ev pêk anî jî birêz Ocalan e û Newroza wî pîroz be. Modela çareseriya demokratîk ew e ku gel û jin di şertên wekhev de bijîn. Dema em li pêvajoya salek û nîve didome dinêrin, dibînin ku gaveke şênber nehatiye avêtin. Heke îktîdar û dewlet jidil bin, bila demildest gavên şênber biavêjin. Gelê Kurd heqîqeta xwe dît. Birêz Ocalan rêya siyaseta demokratîk vekir.”    Li Stenbolê agirê Newrozê ji aliyê Dayikên Aştiyê, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Çetîn Arkaş, aktivîstên TJA Gulten Kişanak û Sebahat Tuncel û Hevdervka HDKê Meral Daniş Beştaş ve hat pêxistin.   Berfirehiya nûçeyê tê...