Di Newroza Sêrtê de peyama hevpar: Birêz Ocalan azad bikin 2026-03-22 12:01:19   SÊRT - Di mîtînga Newrozê ya Sêrtê de, dirûşmeya “Bijî Serok Apo” azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin û hat gotin ku divê yekîtiya neteweyî demildest bê avakirin.   Li Qada Newrozê ya Sêrtê bi dirûşmeyê “Newroza aştî û yekîtiya demokratîk” mitîng hat lidarxistin. Qada ku bi alên “Newroz pîroz be” hat xemilandin, welatiyan bi nêzîkbûna destpêka Newrozê re bi cil û bergên xwe yên neteweyî berê xwe dan qadê û qad xemilandin. Bi hezaran kesên ku li qada Newrozê hatin ligel hev, tim dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Di qadê de her wiha flamayên kesk, sor û zer di destên jin û ciwanan de hatin bilindkirin. Ligel barana ku dibarî û heriyê jî welatiyan terka qadê nekirin. Girseya ku li qadê kom bûn bi coşek mezin govend gerandin û stran gotin. Piştî deqeyek rêzgirtinê girseyê dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kir. Piştre axaftinan dest pê kirin.   ‘Newroz ji bo me azadiya Birêz Ocalan e’   Endama Komîteya Amadekar a Newrozê Elîf Akan derket ser dikê û axaftinek kurt kir. Elîf Akan Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiya pîroz kir û got ku saleke zêdetir e pêvajoyek nû destpêkiriye û ew bi awayekî hesas nêz dibin. Elîf Alkan wiha domand, “Em bi wê hesasiyetê nêz dibin. Divê em wek jin, ciwan û gel xwedî li rêberê xwe derbikevin. Divê em bi sekna xwe wek jin û ciwan, bi sekn û ramanên xwe ve girêdayî bin û li gor wê tevbigerin. Ji mîmarê aştiyê Birêz Ocalan re hezar silav. Newroz ji bo me ne bi tenê hatina biharê ye. Newroz ji bo me azadiya Rêberê Gelê Kurd e. Newroz li hember tarîtiyê derketin e. Newroz, Rahşan û Mazlûm Dogan e. Em ê hertim şopdarê wan bin.”   Bi yek dengî ‘Şehît Namirin’   Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Kenan Bîlge jî Newroza hemû gelên kurd pîroz kir û got, “Newroz ji bo me li hember zilmê û deqahan berxwedan e. Li hember faşîzmê vîna Mazlûm Dogan e. Berxwedana Rehşan, Bişeng e. Em Newrozê bi rihê azadî û yekîtiyê pîroz dikin.”   Girseyê piştre bi yek dengî dirûşmeya “Şehît Namirin” berz kir.   ‘Pêdiviya Gelê Kurd bi yekîtiyê heye’   Piştre Berdevkê Însîyatîfa Demokratîk Mehmet Kamaç axivî. Mehmet Kamaç jî destnîşan kir ku Gelê Kurd bi salan e hertim bi çiqlekî jî be agirê Newrozê pêxistiye û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Newroz ji kawayan heta îro bi berxwedanek mezin tê pîrozkirin. Kesên ku îro li Gelê Kurd  zilmê dike bila li dehaqê wê demê binêrin. Ev gel nasekine. Gelê Kurd bi hezar salan e bedelên giran dane. Gelek komkujî dîtine. Lê tu carî li hember vê hovîtiyê serî netewandiye. Em tu carî komkûjiyên Zîlan, Roboskî, Dêrsim û Helepçeyê ji bîr nakin. Ne Helepçe, Ne Zîlan û ne jî Dêrsim tê jibîrkirin. Gelê Kurd bi hezar salan e li hember komkujiyan jî em dibînin ku li qadan in û dibêjin ‘heta em bi ser kevin em ê li berxwe bidin’. Rojhilata Navîn di nava agir de derbas dibe. Agir li ser erdnîgariya Kurdistanê pêdixin. Dixwazin destkeftiyên kurdan tune bikin û pêşeroja kurdan tarî bikin. Berxwedana ku bi salan e heta vê rojê hatiye Gelê Kurd dê ji vê şûnde gav paşve navêje. Berxwedana Rojava berxwedanek bêhempa bû. Ji bo gelên xwe li ser vê axê xwîna xwe rijandin. Di kesayetiya Salîh Muslîm de em wan cangoriyan bi bîr tînin û soz didin ku ew ê Kurdistan azad be û di vê sedsalê de yekîtî ava bibe. Dema êrîşî Rojava hat kirin li çar perçeyên Kurdistanê û cihanê gel rabû ser piya û bû yek. Yekîtiya xwe nîşan dan. Dema kurd bi yek dengî vê dirûşmeyê berz dike cîhan diheje. Em wek însîyatîf dibêjin ku di vê roja dîrokî de pêdîvî bi yekîtiyê heye. Yeklîtiya Gelê Kurd ji av û nan bêtir e. Çi rojava, rojhilat, başûr û bakur hemû yek in. Êrîş çar parçeyan li ser tevahî kurdan tê kirin. Em bi tenê dikarin bi yekîtiya xwe pêşeroja xwe ava bikin û rizgar bibin û bi ser kevin. Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk saleke li bakur dimeşe. Di 27’ê Sibatê de Birêz Abdullah Ocalan Manîfestoya çareseriyê da û gavên dîrokî hatin avêtin. Em dibêjin ev gavên xurt û ji aliyên dewletê ve bê bersiv maye. Ger ku dixwazin aştî pêk bê divê demildest bersiva van gavan bidin û zagonan derxînin."   Girseyê axaftin birî û dirûşmeya “Yek yek yek e, Kurdistan yek e” berz kir.   Herî dawî Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar Newroza hemû gelan pîroz kir û got, “Di vê sermayê de ev vîn, ev Newroza azadiyê bi keda me hemûyan heta li vir hat û dawiya dawî dê bi azadiyê bi encam be. Bi azadiya Birêz Abdullah Ocalan dê pêk bê. Bi hezaran salin ev agir ji bo wekhevî û azadiyê pêdikeve.”   Yekîtiya neteweyî   Çîgdem Kiliçgun Uçar  wiha dirêjî da axaftina xwe, “Newroz ne tenê salnameyek e. Bi hezaran salan e ku gelê Kurd serhildan û nerazîbûna xwe bi pêxistina agir nîşan daye. Newroz nerazîbûna hemû bindestiyan e. Îro nîqaş li ser vê yekê têne kirin ku ev nerazîbûn çawa li herêmê ber bi çareseriyê ve dibe. Piştî salan ji înkarkirina hebûna Kurdan, parlementoya ku biryar li ser vê înkarê da, niha li ser tiştê ku li şûna wê deyne nîqaş dike. Di sîstema hiqûqî ya vî welatî de, Kurd, Elewî û jin tune ne. Gelê Kurd dibêje, 'Divê qanûnên we werin guhertin û divê ev qanûn gelê Kurd, ku gelê damezrîner ê vî welatî ye, di nav xwe de bigirin û wan bikin welatiyên wekhev. Zimanê min ê dayikê nasnameya min e û ez dixwazim bi zimanê xwe yê dayikê bijîm.' Dema em li meclîsê bi Kurdî diaxivin, mîkrofon tê girtin. Heman rayedarê ku mîkrofonê digire tê Amedê û bi Kurdî helbestekê dixwîne. Amed li ku ye û meclis li ku ye? Çawa ku hûn dikarin li Amedê bi Kurdî biaxivin, divê Kurd jî bikaribin li meclîsê bi Kurdî biaxivin. Ev têkoşîn e. Koda dewleta neteweyî dibêje, 'Her kes dê bibe yek.' Ew yekîtî li Tirkiyeyê Tirkîtî ye. Li gor wan ziman dê Tirkî be. Ew dixwazin Kurd bi Ereban re şer bikin, bi nasnameyên cuda şer bikin. Ew şer li ku hatiye sekinandin? Hewldana ji bo zindîkirina paradîgmaya Birêz Ocalan li Rojava hate rawestandin. Gelê Rojava got, ‘Ez ê şer nekim, ez ê danûstandinan bikim, ez ê dîplomasiyê bikim’ û ew bi ser ketin. Kurd li dora yek dirûşmeyê bûn yek. Bila berxwedana we bidome!”   ‘Statû azadiya gelê Kurd e’   Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku gelê Kurd 27 sal in li kêleka Abdullah Ocalan li berxwe dide û wiha domand, “Têkoşîn ku ji dîwarên zindanê bê tirs dimîne, dibêje ku divê statuya Birêz Ocalan were zelalkirin. Em ji Birêz Ocalan re azadî dixwazin. Ev azadî di heman demê de azadiya gelê Kurd e. Nêzîkatiya li hember Birêz Ocalan nêzîkatiyek li hember gelê Kurd e. Ji ber vê yekê, piştî 27 salan berxwedana azadiyê, divê Birêz Ocalan azad bibe, bi gelê Kurd re hevdîtinê bike û bi hev re têkoşîna xwe bidomîne. Gelê Kurd wê bi zimanê xwe yê dayikê bijî. Ew ê bi nasnameya xwe, bi rêveberiya herêmî ya demokratîk a ku nîşanî hemû cîhanê daye bijî. Em dixwazin xwe birêve bibin, bi ziman û nasnameya xwe bijîn, em statuyê dixwazin. Statû azadiya gelê Kurd e. Cejna Newrozê li hevalên me yên di zindanê de, bi taybetî li Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pîroz be.”   Piştî axaftinan bi dirûşmeyan agirê Newrozê ji aliyê siyasetmedaran ve hat pêxistin. Herî dawî Koma Vejîn û Hozan Arhat derketin ser dikê û stranên xwe gotin. Girse bi stranan bi coşek mezin govenda azadiyê gerandin.