Di Newrozên Marmarayê daxwaza aştî û demokrasiyê 2026-03-22 19:38:01         NAVENDA NÛÇEYAN - Pîrozbahiyên Newrozê yên sala 2026’an li herêma Marmarayê, bi taybetî li bajarên wekî, Çanakkale û Balikesîrê bi beşdariya bi hezaran kesan bi coşekê mezin hatin lidarxistin. Di pîrozbahiyan de daxwazên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, aştî û mafên demokratîk derketin pêş.   Li Marmarayê, Newroz bi dirûşma “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” hat pîrozkirin. Welatiyan ji danê sibê ve bi cilên neteweyî, bi dirûşm û tîlîliyan herikîn qadan. Li her sê bajaran jî dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” û “Şehîd namirin” bûn dengê hevpar ê gel.   Çanakkale   Li Çanakkaleyê, Newroz li Taxa Esenlerê hat pîrozkirin. Qad bi pankartên “Jin, jiyan, azadî” û " Azadî ji bo Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş" hat xemlandin. Ciwanan bi formayên Amedsporê û jinan bi cil û bergên neteweyî û rengên kesk, sor û zer beşdarî pîrpozbahiyê bûn.    Di bernameyê de nameya ku dayika Sema Yuce Zennure Yuce şandibû hat xwendin. Zennure Yuceyê di nameya xwe de ev tişt got: "Ez gelê me yê welatparêz ê li Çanakkaleyê bi ruhê Semayê silav dikim. Bi daxwaza ku Newroza 2026’an ji bo Rêberê Gelê Kurd, girtiyên azadiyê û berxwedêrên me yên leheng bibe Newroza azadî û serkeftinê, ez li ser navê malbata Yuce we silav dikim. Bijî Newroz. Bijî berxwedan, bijî azadiya gelê me.”    Hevserokên bajêr Sultan Karasu û Abdulhamît Kiliç, Parlamentera Agiriyê Heval Bozdag di pîrozbahiyê de axivîn.   Pîrozbahî bi konsera Grup Viya û hunermendên xwecîhî û bi gerandina govendê bi dawî bû.   Balikesîr   Newroza Balikkesîrê li Hola Daweta Gomeçê ya li navçeya Gomeçê bi diruşmeya, “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” pêk hat. Qada Cejna Newrozê bi pankartên “Jin, jiyan, azadî” û “Newroz pîroz be” hate xemilandin. Di heman demê de jin bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di tevahiya pîrozbahiyê de, dirûşmên, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Newroz pîroz be û “Bê Serok Jiyan nabe” hatin berzkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan û Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk (YSP) Ahmet Asena, her wiha gelek nûnerên rêxistinên civakî yên demokratîk, partiyên siyasî û welatî beşdarî pîrozbahiya newrozê bûn.   Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dilan Kunt Ayan, bi bîranîna Endamê Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim dest bi axaftina xwe kir û sersaxî ji gelê Kobaniyê û gelê Kurd re xwest. Dilan Kunt Ayan, teqez kir ku Newroz ne tenê cejnek e û wiha got: ” Newroz berxwedan, azadî û hêvî ye.”   Dilan Kunt Ayan, diyar kir ku gelê Kurd dê li her derê agirê Newrozê pêxe û wiha domand: “Gelê Kurd, çi kesek be, çi deh kes be, çi jî bi mîlyonan be, agirê Newrozê ji her derê pêdixe.” Dilan Kunt Ayan, silav ji kesên ku têkoşîna azadiyê berfireh dikin re şand û her wiha Cejna Nowrozê li Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş pîroz kir.   Dilan Kunt Ayan wiha pêde çû: “Dem dema mezinkirina têkoşînê, pêkanîna hiqûqê, demokrasî û bi destxistina statûya gelê Kurd e. Birêz Abdullah Ocalan bi vê armanca ji Îmraliyê banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Em dê li her derê vê bangê bilind bikin û têkoşîna wê bimeşînin.”   Hevberdevkê YSP'ê Ahmet Asena jî axaftinek kir û cejna Newrozê pîroz kir. Asena diyar kir ku Newroz ne tenê cejnek e, di heman demê de rojek têkoşîn û berpirsiyariyê ye jî. Asena wiha got: “Li ber xwe bidin û wekî gel tiştê ku Kawa kir ji nû ve pêk bînin. Ev wekî karekî mezin li pêşiya me ye.”   Newroz piştî axaftinan bi dirûşm û govenda li ber muzîkê bi dawî bû.