Li Îranê 3 jin hatin binçavkirin 2026-03-22 20:52:15       NAVENDA NÛÇEYAN-Rejîma Îranê ji bo bêdengkirina dengê nerazîbûnan dest bi pêleke tund ya binçavkirinê kiriye û di vê çarçoveyê de 3 jin ku 2 jê Kurdin binçav kirin.   Li gorî çavkaniyên xwecihî yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, jina hunermend û grafîkar Suheyl Hisênî li bajarê Meşhed ya Îranê bi hevjînê wê yê bi navê Doxtor Ehmed Rehîmî bê fermana dadger ji aliyê hêzên wezareta Îttilaetê ve hatine binçavkirin û birine ciheke nediyar.   Efsane Ruzbehanî dayîka Bêhnam Derwêşî bi keça xwe ya bi navê Bêhnûş Derwêşî li ser gora Bêhnam li Hemedan bê fermana dadger ji aliyê hêzên ewlehiya rejîma Îranê ve hate binçavkirin û veguhestine Girtîgeha Nuşîcanî Melaîrê.