Elefteria Fortulaki hate bîranîn 2026-03-24 23:14:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Şoreşgera enternasyonalîst a Yewnan Elefteria Fortulaki li Atînayê hate biranîn. Di bîranînê de nameya ku Elefteria Fortulaki beriya şehîd bikeve nivîsandibû, hate xwendin.   Şoreşgera enternasyonalîst a Yewnan Elefteria Fortulaki ku digot "Ez Kurdistanê jî wekî welatê xwe dibînim" û bi laşê xwe berxwedana Newrozê mezin kiribû, li paytexta Yewnanistanê Atînayê, li cihê ku çalakiya xwe lê pêk anîbû hat biranîn.   Bîranîna Elefteria Fortulaki bi beşdariya Kurdistanî û enternasyonalîstan li Meydana Dêra Agios Nikolas pêk hat. Bernameya bîranînê bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna Elefteria Fortulaki û hemû şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir.   Piştre nameya ku Şehîd Elefteria Fortulaki beriya çalakiya xwe nivîsandibû hat xwendin. Bîranîn bi dirûşma Şehîd namirin bi dawî bû.