Li Ceyhan, Îskenderûn û Tarsûsê Newroz hat pîrozkirin 2026-03-28 16:08:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Di pîrozbahiyên Newrozê yên li Ceyhan, Îskenderûn û Tarsûsê de banga azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hate kirin.    Li Ceyhana Edeneyê, li Tarsûsa Mêrsînê û li Îskenderûna Hatayê Newroz bi coşek mezin hat lidarxistin û peyama azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hat kirin.   Edene   Li Qada Newrozê ya Taxa Belediyeevlerî ya navçeya Ceyhan a Edeneyê bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” pîrozbahiyên Cejna Newrozê hat lidarxistin. Welatiyên hatin qadê, li ber stranan bi saetan govend gerand. Gelek kes bi cil û bergên Kurdî tev li bûn û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî", "Newroz pîroz be" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.      Dayikên Aştiyê agirê Newrozê hil kir û bi hilkirina agir re coşa girseyê jî derket lûtkeyê. Dayikên Aştiyê, daxwaza azadiyê ji bo Rêberê Gelê Kurd û hemû girtiyên siyasî kir. Hevserokên DEM Partiyê yên Ceyhanê Emîne Baykarayê û Tahir Ozdemîr, Newroza gel pîroz kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Seyfettîn Aydemîr jî got ku di pêvajoyeke dîrokî de ne û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kir.     Wekîlê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Uçar di pîrozbahiyê de axivî û got ku bexwedana gelê Kurd a li dijî polîtîkayên dewletê didome. Uçar, da zanîn ku gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê îsal jî di Newrozê de daxwazên xwe yên demokrasî û azadiyê anîne ziman. Uçar, got: “Gelê Kurd xwest statuya wan bê naskirin, mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê bi kar bîne û girtiyên siyasî bên berdan.” Uçar, anî ziman ku divê dewlet guh bide daxwazên li qada Newrozê û zext û zordariya dewletê şermezar kir.    Di berdewamê de Uçar xwest hemû girtiyên siyasî bên berdan, dewlet di çarçoveya pêvajoyê de gavan biavêje û wiha pê de çû: “Neavêtina gavan, li dijî ruhê aştiyê ye. Li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo yekitiyê îradeyeke xurt derketiye holê. Ev pêvajo dê hêj xurtir bibe. Gelê Kurd li qadên Newrozê xwedî li vê pêvajoyê derket û divê dewlet demildest gavan biavêje. Em bang dikin ku hebûna gelê Kurd bê naskirin û azadiya wan bê misogerkirin.”    Pîrozbahiya Newrozê bi stranên hunermendan û gerandina govendê bi dawî bû.      Hatay    Li Qada Newrozê ya Taxa Yildirimtepe ya navçeya Îskenderûn a Hatayê jî bi heman dirûşman pîrozbahiya Cejna Newrozê hat lidarxistin. Li qada pîrozbahiyê gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e” hatin berzkirin. Endamê PM’a DBP’ê Kerem Nalbant û endamê MYK’a EMEP’ê Halîl Îmrek di axaftinên xwe de îşaret bi pêvajoyê kirin.    Wekîlê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan jî di pîrozbahiyê de şehîdên Newrozê bi bîr anî û got: “Her wiha şehîdê xwe yê nemir Salih Muslim ku ji bo aştî û xwişk-biratiya gelan têdikoşiya jî bi rêzdarî bi bîr tînin. Daxwaza îsal a qadên Newrozê azadiya birêz Ocalan bû. Birêz Ocalan balê dikişîne ser aştî û demokrasiyê. Em jî dê xwedî li banga 27’ê Sibatê derkevin. Em ê dengê aştî, demokrasî û azadiyê bilindtir bikin. Niha li Rojhilata Navîn Şer heye û birêz Ocalan ji bo aştiyê hewl dide. Heke behsa aştî û demokrasiyê bikin, wê demê bila deriyê Îmraliyê vekin.”    Piştî axaftinan, agirê Newrozê hate vêxistin. Pîrozbahî, bi stranên hunermendan û gerandina govendê bi dawî bû.      Mêrsîn   Li taxa Mîthatpaşa ya navçeya Tarsus a Mêrsînê jî piştî 10 salan pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û bi hezaran kes tev li bûn. Di tevahiya pîrozbahiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Pîrozbahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokên DEM Partiyê yên navçeyê Medîne Kanat û Kadrî Ezer beşdar silav kirin û Newroza wan pîroz kir.    Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuşê got ku gel li qadên Newrozê xwedî li pêvajoyê derketiye û bertek nîşanî girtin û binçavkirinên piştî Newrozê da.    Wekîlê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan jî got ku gel di Newrozê de xwedî li ziman, çand, nirx û Rêbertiya xwe derketiye.    Piştî axaftinan, Dayikên Aştiyê agirê Newrozê hil kir. Di dema vêxistina agirê Newrozê de dirûşma "Bijî Serok Apo" hate berzkirin û posterê Abdullah Ocalan hate hilgirtin. Pîrozbahî, bi stranên hunermendên Sanatolia Kolektîf Atolyelerî û gerandina govendê bi dawî bû.