Li Koye mirina bi guman ya jinekê 2026-03-30 15:20:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî rojan li nexweşxaneyê ma, ji ber rêjeya şewatê jinekê jiyana xwe ji dest da. Jina ku jiyana xwe ji dest dayî, di 23’yê Adarê bi awayek bi guman şewitî bû.   Li gorî agahiyan di 23’yê Adarê de jina bi navê Skala Heso ya xelkê navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê û nişteciha Hewlêrê, bi awayek bi guman şewitî bû. Piştî bûyerê Skala rakiribûn nexweşxaneyê, lê tê gotin îro ji ber rêjeya zêde ya şewatê, Skala jiyana xwe ji dest daye.   Li gorî şahidên nêzî bûyerê, Skala zewicî bû û zarokek wê hebû. Tê gotin piştî demek ji ber pirsgirêka bi hevserê xwe re, li mala dayika xwe ya Koyeyê dima. Li gorî agahiyan hevserê Skala xwestiye zarok ji Skala bistîne, lê Skala vê yekê qebûl nedikir. Lê hevserê wê hertim israr dikir ku zarok bistîne û metirsî li ser Skala çêbike.   Şahidên bûyerê dibêjin, hevserê Skala gelek caran dijî Skalayê tundî bikaraniye.   Hêjayî gotinê ye li Başûrê Kurdistanê bûyerên kuştin û tundiya dijî jinan gelek tên veşartin, lê li gorî daneyên ji aliyê ajansa meve hatine komkirin, sala borî li seranserê Başûrê Kurdistanê, 51 jin hatine qetilkirin, yan jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.