Peyama Rêberê Gelê Kurd wê sibê bê ragîhandin 2026-03-30 20:56:46   NAVENDA NÛÇEYAN- Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê sibê were ragihandin.   Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiya) Gulistan Kiliç Koçyîgît di weşana zindî ya Îlke TV de li ser hevdîtina dawî ya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî. Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku şande wê sibê daxuyaniyê bide.   Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar, û Faîk Ozgur Erol di 27’ê Adarê de bi Rêberê Gelê Krud Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn.