Vejîna gelan 22 sal in bê navber tê pîrozkirin 2026-04-01 09:11:32   Derya Ren   RIHA - 4’ê Nîsanê ku wek vejîna gelan tê pênasekirin 22 sal in bê navber tê pîrozkirin.   Amadekariyên 77’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk didome û îsal wê 4’ê Nîsanê wek mîhrîcanê pêk bê. Ligel çalakî û bernameyên mîhrîcana ku wê 4 rojan bidome, roja dawî wê meşeke girseyî pêk bê.   Cara yekemîn 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin   4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  cara yekemîn di 2004’an de hat pîrozkirin.  Ji gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê ber bi Amarayê ve meş pêk anîn. Tevî hemû astengiyan girseyê li Amarayê li ber mala Abdullah Ocalan pîrozbahî pêk anîn. Her wiha di 2005’an jî  tevî hemû astengiyan, gel barîkat hilweşandin û  pîrozbahiya bi girseyî pêk hat.   Qûrnefîl avêtin avê   Di 2006’an de girseya ku xwest biçe Amarayê li navçeya Bêrecûk a Rihayê qurnefîl  avêtin Çemê Firatê. Piştre berê xwe dan Amarayê û bi girseyî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.   Li dijî êrîşan berxwedan   Di 2007’an de hat bihistin ku Abdullah Ocalan jehrî bûye. Ji ber vê jî gel bi dirûşmeya ‘tenduristiya te ya me ye’ ber bi Amarayê ve meş pêk anîn. Di 2008’an de jî dar hatin çandin û bi meşekê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin.   Astengiyan pêşî li pîrozbahiyan negirt   Di 2004’an de bi hezaran kes ji bo rojbûna Abdullah Ocalan li Elîgor a Pirsûsê hatin gel hev. Piştî şahiyê girseyê berê xwe da Xelfeliyê. Di encama êrîşa polîs û leşkeran de Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag hatin qetilkirin. Di pîrozbahiyên 2010, 2011 û 2012’an de  jî gel tevî astengî û êrîşan li Amarayê pîrozbahî pêk anîn.   4’ê Nîsana hat pîrozkirin   Di 2013’an de ji ber pêvajoya çareseriyê bi hezaran kes bi dirûşmeya ‘Bê serok Jiyan nabe’  berê xwe dan Amarayê. Tevî hemû astengiyan  bi şahî û çalakiyan 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin.   Peyama Abdullah Ocalan   Di 2014’an de girseya ku gihişt Amarayê pîrozbahî pêk anîn. Di pîrozbahiyê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin. Piştî birîna hevdîtinan tecrîd her çû giran bû. Li dijî vê gel   di 2016,2017,2018 û 2019’an berê xwe dan Amarayê. Di 2020’an de ji ber Covîd-19 rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nehat pîrozkirin. Di 2021,2022,2023 û 2024’an de  tevî astengiyan gel berê xwe dan Amarayê û 4’ê Nîsanê pîroz kir. Di 2025’an de bi banga Aştî û Civaka Demokratîk re pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê bandoreke mezin kir.