Ji bo rawestandina darvekirinan bang li NY’ê kirin 2026-04-05 12:32:36     NAVENDA NÛÇEYAN - HRW û Tora Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê îşaret bi rewşa bi hezaran welatiyên girtî û girtiyên siyasî kir û bang li NY’ê kirin ku darvekirinên rejîma Îranê bidin sekinandin.    Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (Human Rights Watch-HRW) û Tora Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê derbarê metirsiya darvekirinê li ser girtiyên siyasî û rewşa welatiyên hatine binçavkirin, daxuyanî belav kirin.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku girtiyên siyasî bi metirsiyek dualî re rû bi rû mane, ji aliyekê ve metirsiya êrişên leşkerî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê, ji aliyê din ve jî binpêkirinên berfireh ên mafên mirovan ji aliyê rayedarên Îranê ve ku darvekirinên komî an jî neqanûnî û veşartî digire nav xwe. Bi domdarî hate destnîşankirin ku di vê demê de (dema şer de) neh girtiyên siyasî bi sûcê “çekdarî û serhildanê” hatine darvekirin û egera zêdebûna hejmara darvekirina girtiyên siyasî heye.   Li gorî daxuyaniyê, desthilata Îranê ne amade ye di rewşa şer de girtiyan azad bikin, heta pêla girtinên komî û keyfî yên çalakvan û welatiyan dijwartir kiriye, bi hezaran girtî di rewşekê de ne ku derfeta wan a xweparastinê nîne, stargehek ewle ji wan re nehatiye dabînkirin û li ber tundiya navxweyî û êrişên derve ne û heta hinek girtîgeh ber bombebaranan ketine.   Her wiha hat ragihandin ku pirsgirêkên herî sereke yên girtiyan kêmkirina para xwarinê, daketina qelîteya xizmetguzariyan, nebûna derman û çavdêriya bijîşkî û sînordarkirina peywendiya bi malbatên wan re ne.   Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) û Tora Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku zextê li Îranê bikin da ku demildest girtiyên siyasî û kesên bi kêfî hatine binçavkirin azad bike û daxwaza rawestandina cezayên darvekirinê kirin.