Heyva Sor a Kurd li Qamişloyê alîkarî da malbatên ji Efrînê 2026-04-10 12:43:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Heyva Sor a Kurd li bajarê Qamişloyê xwe gihand hezar û 900 malbatên ji Efrînê koçber bûyîn û alîkarî li wan belav kir. Berpirsê Heyva Sor a Kurd Dilşad Dawid diyar kir ku dê xwe bigihînin tevahiya malbatên ji Efrînê koçber bûne û alîkariya pêwist bidin wan. Her wiha saziyê ragihand ku alîkariyên Kurdên Rûsyayê şandin jî li Kobaniyê hatine belavkirin.   Xebatên Heyva Sor a Kurd li Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. saziyê derbarê xwebatên xwe de agahî dan û destnîşan kir ku xebatên alîkariyê yên ji bo koçberên Efrînê yên ku li navendên hewandinê yên Qamişloyê dimînin, bênavber didomîne. Saziya mirovî da zanîn ku wan ji 7ê Nîsana 2026an ve dest bi vê xebatê kiriye û heya niha xwe gihandiye hezar û 900 malbatî. Di peyama Heyva Sor de wiha hate gotin: ”   ‘Emê alîkariyê bigihînin hemû pêwendîdaran’   Di daxuyaniyê de peyama hevgirtin û hêviyê derkete pêş û hate destnîşankirin ku xebatên alîkariyê dê heta gihîştina hemû pêdivîdaran berdewam bikin. Heyva Sor a Kurd soz da ku ew dê li cem gelê xwe bin û ev peyam parve kir:   “Em ê heta ku xwe bigihînin her kesê pêwîstiya wî bi alîkariyê heye, bi hilgirtina peyama hevgirtin û hêviyê xebatên xwe bidomînin. Heta ku gelê me bi rûmet vegere warê xwe em dê xebatan mezin bikin.”   Dê li bajarên din jî xebat bê meşandin   Berpirsyarê saziyê Dilşad Dawid jî diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê xebatek berfireh dimeşînin û hewil didin ku xwe bigihînin hemû malbat û kesên xwedî pêwistî. Dawid anî ziman ku alîkariya malbatên ji Efrînê koçber bûne wekî hedefek sereke danîne pêşiya xwe û heta niha bi hevkariya Kanal 8ê xwe gihandine hezar û 900 malbatan. Dawit got ku piştî kar û xebatên wan ên li Qamişloyê temam bûn dê heman xebatê li bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê jî bimeşînin.   Kurdên Rûsyayê alîkarî gihandin zarokên Rojava   Heyva Sor a Kurd destnîşan kir ku Kurdên Rûsyayê ji bo bigihe zarokên Rojavayê Kurdistanê alîkarî şandine û ev alîkarî ji hêla Heyva Sor a Kurdê ve hatine belavkirin. Di parvekirina têkildarî xebatê de hate destnîşankirin ku alîkarî li Kobaniyê li malbatên pêwendîdar hatin belavkirin.