Ji bo Rojîn Kabaîş kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin 2026-04-20 13:04:29   WAN - Komîsyonên Edalet ji bo Rojîn Kabaîş, bi daxwaza ku lêpirsîn bi awayekî zelal were meşandin, kampanyaya îmzeyan a online da destpêkirin.    Bi ser lêpirsîna der heqê mirina bi guman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş re 19 meh derbas bûn. Lê heta niha jî di dosyayê de pêşketineke cidî çênebûye. Têkoşîna malbatê, parêzer û rêxistinên jinan a ji bo ronîkirina mirina biguman jî didome. Komîsyonên Edalet ji bo Rojîn Kabaîş ku bi daxwaza ronîkirina mirina Rojîn Kabaîşê hatiye avakirin, bi daxwaza diyarkirina aqûbeta Rojîn Kabaîşê, girtina faîlan û pêşxistina pêvajoyê, bi sernavê “Di dosyaya Rojîn Kabaîşê de: Delîlan tune neke! Telefonê veke, DNA’yan aşkera bike” kampanyaya îmzeyan a online da destpêkirin.    Her kes dikare kampanyayê li vir îmze bike.    Komîsyonên Edalet ji bo Rojîn Kabaîşê dê di rojên pêş de li 56 bajaran standan deyne û îmzeyan kom bike.