Ji KNK'ê peyama Roja Rojnamegeriya Kurd 2026-04-22 11:09:35     NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Ragihandinê ya KNK'ê bi boneya 22’yê Nîsanê Roja Rojnamevaniya Kurdî daxuyaniyek weşand û bal kişand ser giringiya medyayê ku ji bo rastiyê têdikoşin.   Komîteya Ragihandinê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi boneya 22’yê Nîsanê Roja Rojnamevaniya Kurdî daxuyaniyek weşand.   KNK’ê di daxuyaniya xwe de bibîr xist ku 128 sal berê, di 22’yê Nîsana 1898’an de yekemîn rojnameya bi zimanê Kurdî bi navê “Kurdistan” bi ked û xebata Mîqdad Mîdhed Bedirxan derketiye. KNK vê rojê wek ‘çirayeke her dem geş’ pênase kir û hemû rojnamevanên biwêrek û rastgo, pîroz kir.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rojnamevanî ne tenê pîşeyeke, lê di civaka modern de hêza çaremîne û xwedî hêzeke manewî ya mezine ku civakê araste dike. KNK’ê di dewama daxuyaniya xwe de dibêje; “Medya ew qade ku kar li ser rehendên piştguhkirî, quncikên tarî yên desthilatan û dengên nebihîstî yên gel dike.”   KNK balê dikişîne ser rewşa Kurdistanê ya bindest û hate gotin; “Ji roja yekem heta îro, gel û nîştimana me rûbirûyî êrişên asîmîlasyon û komkujiyê hatine. Di vê serdema ku wek ‘Şerê Cîhanê yê Sêyem’ tê pênasekirin, erka rojnamevaniya Kurdî hê girantire.   Em serê rêzê li ber hemû wan rojnamevanan ditewînin ku li seranserê Kurdistanê tenê ji ber gotina rastiyan hatin şehîdkirin. Her wiha em silavên germ ji bo wan rojnamevanên wêrek dişînin ku li quncikên zîndanan parastina nirxên azadiyê kirin.”   KNK’ê herî dawî ragihand ku ew hertim piştgiriya deng û rengê ragihandina niştimanperwer dikin û careke din Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir.