Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Dev ji hedefgirtina çapemeniya Kurd berdin 2026-04-22 15:56:25   WAN - Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî daxuyaniyek belav kir û got: “Divê dewlet êdî dev ji hedefgirtina çapemeniya Kurd berde û ji bo pêşketina weşanên Kurdî berpirsiyariyên xwe bîne cih.”   Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk bi boneya 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û roja rojnamegerên Kurd pîroz kir. Însiyatîfê bal kişand ser têkoşîna çapemeniya Kurdî ya 128 salan û şehîdên çapemeniyê bi bîr anî.   Daxuyaniya însiyatîfê bal kişand ser dîroka çapemeniya Kurd û wiha got: “Rojnemaya ‘Kurdistan’ê ku rojnemeya Kurdî ya yekemîn e, li Misirê di 22ê Nîsana 1898an de ji aliyê Mîqdat Mîdhed Bedirxan ve hat weşandin. Destpêka weşanê ya Kurdistanê di heman demê de mîlada rojnamegeriya Kurdî ye. Ji ber vê ye ku her sal 22ê Nîsanê wekî ‘Roja Rojnamegeriya Kurdî’ tê pîrozkirin. Em jî roja her kedkarekî çapameniya azad ku ew şopgerên heqîqetê ne, ji dil û can pîroz dikin.   128 sal berê Rojnameya Kurdistanê hat weşandin   Rojnameya yekemîn a Kurdî 128 sal bere îro li derveyî axa Kurdistanê bi perîyodeke 15 rojan carekê dest bi weşanê kir û bi tevahî 31 hêjmar derket. Rojnameye Kurdistanê ji ber zext û zordariya dewleta Osmanî li welatê xerîbiyê di nava zor û zehmetiyan de hat weşandin. Kevneşopiya ku bi weşana Kurdistanê dest pê kir; ji Roji Kurd heta Hawarê, ji Ronahî heta Azadiya Welat berdewam kir.”   Çapemeniya Kurd dev ji lêgerîna heqîqetê berneda   Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk da zanîn ku kevneşopiya çapemeniya azad di nava 128 salan de bi berdêlên giran daye û got: “Lewra çapemeniya Kurd tu car dev ji lêgerîna heqîqetê berneda, hertim bû dengê gelê Kurd û Kurdistanê. Ji ber vê, rojname û kovarên Kurdî gelek caran hatin qedexekirin û kedkarên çapemeniya Kurdî hertim bi binçavkirin û hepskirinan re rûbirû man. Bi taybetî di salên 90î de rojname hatin bombarankirin, kesayetên wekî Mûsa Anter hatin kuştin. Lê çapemeniya azad li hemberî zext û zordariyê qet serî netewand û tu car ji heqîqetê tawîz neda.   Çapemeniya Kurd hêj jî rastî êrîşan tê   Dîsa di nava 10 salên dawî de jî gelek rojname û kovarên Kurdî hatin girtin, derbarê rojnamegerên Kurd de gelek lêpirsîn dan destpêkirin û ji wan gelek hatin hepskirin. Lê rojnamegerên Kurd heta roja îro li ser şopa Mîqdat Mîdhed Bedirxan û Mûsa Anter û Gûrbetellî Ersozan têkoşiyan. Mixabin ku çapemeniya Kurd hê jî rastî gelek êrîşan tê. Lewra îro li ser çapemeniya Kurdî zext û zordariyeke dîjîtal heye. Bi awayekî sîstematîk malper û hesabên medyaya civakî ya Yenî Yaşam, Ajansa Welat, Jinnews ve Ajansa Mezopotamyayê tên qedexekirin û astengkirin.   Divê dewlet êdî dev ji hedefgirtinê berde   Çapameniya azad, tenê ne heqîqata Kurdistanê ye, di heman demê de dengê zimanê Kurdî ye. Ji ber vê, her biryarên qedexe û astengkirinê, xebatên pêşvebirina Kurdî jî lawaz dikin. Divê dewlet êdî dev ji hedefgirtina çapemeniya Kurd berde û ji bo pêşketina weşanên Kurdî berpirsiyariyên xwe bîne cih.   Rojnamegerên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî   Bi van nêrîn û daxwazan em hemû êrîşên li ser çapemeniya Kurd şermezar dikin û cardin hemû şehîdên çapemeniyê di şexsîyeta Nagîhan Akarsel, Hêro Bahadîn, Gulistan Tara, Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan de bi rêzdarî bi bîr tînin.”