Dayikên Aştiyê: Em gavên şênber dipên 2026-05-14 09:05:19   STENBOL - Dayikên Aştiyê yên li Enqereyê bi partiyên siyasî re der barê pêvajoyê de hevdîtin kirin, diyar kirin ku ji bo pêvajo baş bimeşe sererastkirinên qanûnî û gavên şênber şert in.   Dayikên Aştiyê di rojên borî de li Enqereyê bi partiyên siyasî re hevdîtin kirin. Ji dayikên Aştiyê Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butun di heyetê de cih girtin û her wiha berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlamentera DEM Partî ya Amedê Adalet Kaya ligel dayikan cih girtin.Di hevdîtinan de dayikan daxwazên xwe ji partiyan re ragîhandin û xwestin ji bo pêvajoyê berpirsyarî bê girtin.   Endamên Însiyatîfa Dayikê Aştiyê ya Stenbolê Feleknas Karabaş, Reyhan Akgul û Bedîa Gokguz der barê serdana pêk hatiye de axivin.   Feleknas Karabaş da zanîn ku armanca serdanê daxwaza aştiyê bûye û wiha got: “Di vê pêvajoyê de gotin û axaftinên me wê ji bo aştiyê bin. Em ji bo statuya Abdullah Ocalan têdikşin. Em dxwazn girtî bên berdan. Dayik Aştiyê dixwazin .Divê dewlet gavên şênber bavêje.”   ‘Gava şênber şert e’   Reyhan Akgul jî diyar kir ku hevdîtinên bi partiyên siyasî re bi armanca aştiyê hatine kirin û wiha bi lêv kir: “Em girtin û mirinan naxwazin. Em aştiyê wekheviyê dixwazin. Di paşerojê de bedelên mezin hatin dayîn. Gundên me hatin hilweşandin. Zarokên me mirin. Divê dawî li vê bê. Gavên şênber şertin. Êdî bes e. Bila kes me nexapîne.”   ‘Divê piştgirî bê dayîn’   Bedîa Gokguz jî wiha anî ziman: “Ev demek dirêje daxwaz tên zanîn lê desthilatdariyê hîna gavek şênber navêtiye. Ji bo pêvajo bimeşe divê sererastkirinên qanûnî bikevin jiyanê. Ger qanûnan dernexin wê demê tê wateya ku pêvajo xitimiye. Zimanê şer tê rewankirin. Zimanê ‘terorîst’ bi israr tê bikaranîn. Divê dest ji vî zimanî bê berdan.Divê dewlet gavê bavêje.”