Şoreşgerên pêşeng li gelek bajaran hatin bibîranîn 2026-05-18 16:54:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Şoreşgerên pêşeng ên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan, li gelek bajaran bi çalakiyan hatin bibîranîn.    Şoreşgerên pêşeng ên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan, li gelek bajaran bi çalakiyên cuda hatin bibîranîn.   Îzmîr    Li Îzmirê, li Avahiya Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê di pêşengiya Komeleya Alîkarî, Pişgirtî, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên ku Kesên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re ya EGEyê (MEBYADER-EGE) ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bîranîn. Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên saziyên demokratîk û gelek welatî tevlî bernameya bîranînê bûn. Di dema bîranînê de dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.   Bernameya bîranînê bi rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di Têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Hevseroka MEBYADER-EGEyê Bedîha Guzelyuz xêrhatina beşdaran kir, bal kişand ser wate û girîngiya rojê.   Piştre Hevserokê MEBYADER-EGEyê Mîkaîl Atan axivî û got: “Tevgerê meha Gulanê wekî ‘meha şehîdan’ ragihandiye. Di meha Gulanê de bi sedan leheng wekî helwestek li dijî mêtingeriyê bedena xwe ji gelê xwe re kirin mertal û di vê oxirê de canê xwe dan. Em bi saya pêşengên vê tevgerê îro li hemû cîhanê tên naskirin û zanîn. Tevgera Azadiya Kurd îro di serdema xwe ya herî bi heybet a dîrokê de ye. Em di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rêz û hurmeta xwe pêşkêşî hemû lehengên Tevgera Azadiya Kurd dikin û hestên xwe yên minetdariyê ji wan re diyar dikin.”   Piştî axaftina Mîkaîl Atan, sînevîzyona li ser têkoşîn û çîrokên kesên jiyana xwe di meha Gulanê de ji dest dane hatiye amadekirin hate nîşandan. Piştî nîşandana sînevizyonê, Gursel Karaarslan ê 30 salan maye di hefsê de axivî û got: “Divê mirov şehîdan baş fêm bike. Ji bo fêmkirinê jî divê mirov bikeve nav tevgerê. Em çiqas xwe birêxstin bikin, em ê ewqasî ji şehîdan baş fêm bikin. Ya herî giring jî divê mirov şêwazên şehadetê jî fêm bike û bizanibe. Heke em wan nezanibin, em nikarin fêm bikin. Divê em têbigihijin ku em çawa gihîştine van rojan, bi çi rengî hatin û bi çi trajedî û dramayan re rû bi rû ne. Divê mirov hevalê Cuma Tak baş fêm bike. Bi heman rengî şêwazê mirina hevalê Hekî Karer jî wisa ye. Ev mirin ne mirinên mirovên ji rêzê ne ku xwe feda kirine. Heke em wisa fêm nekin, em ê wateya wê kêm bikin.”   Bernameya bîranînê bi dirûşman bi dawî bû.   Mêrdîn   Ferhat Kurtay, Eşref Yanik, Mahmût Zengîn û Necmîr Oner ku di serdema Derbeya Leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li dijî îşkenceyê xwe şewitandibûn, di salvegera şehadeta xwe de li ser gora Kurtay a li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hatin bibîranîn. Bîranîn, bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê hat lidarxistin û gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û welatî tev li bîranînê bûn. Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Beşdaran, gulên sor danîn ser gora Kurtay.    Hevserokê MEBYA-DER a Mêrdînê Salih Kuday diyar kir ku di meha Gulanê de li her çar aliyên Kurdistanê çalakî tên lidarxistin. Kuday, bi domdarî wiha got: “Meha Gulanê meha şehîdan e. Mînaka îşkenceya li Girtîgeha Amedê hatiye kirin di cîhanê de tune ye. Li gorî gotinên hevalên wê demê li wir bûn, ‘wê serdemê ne rojname ne jî pirtûk dikarin binivîsin.’ Tevgera Kurd û pêşengên wê, nîşanî her kesî dan ka divê li dijî wê wehşetê çawa li ber xwe bidin. Me di meha Gulanê de gelek bedel dan. Tevahiya hevalên me yên di meha Gulanê de bedel dayin, dê bêjî qey lihev kiribûn. Bi bersivên dane îşkencekaran re hemû dinya û dijmin heyîrî hiştin. Em li vir dîsa di serî de Çaran, hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û dibêjin ku dê têkoşîna wan bidomînin.”    Piştre jî Wekîlê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan axivî û got: “Di destê tu kesekê wê demê di girtîgehê de çek tune bû. Tekane çeka wan bedena wan bû û bi şewitandina bedana xwe bersiv dan. Her kesên ji bo gelê Kurd canê xwe dane, rûmeta mezin a gelê Kurd in. Em di wê baweriyê de ne ku pêvajoya îro birêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin jî bi saya van bedela ye. Gelê Kurd îro ber bi azadiyê ve dimeşe.”    Birayê Kurtay Mehmet Ferît Kurtay jî di bîranînê de axivî û spasiya beşdaran kir. Kurtay, got: “Serê gelê Kurd sax be.”    Bîranîn, bi kirina duayan bi dawî bû.    Êlih    Şoreşgerên pêşeng Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ên li dijî îşkenceya li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê bedena xwe şewitandin û Hakî Karer ê li Dîlokê hatibû qetilkirin, li Êlihê bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê hatin bibîranîn. Bîranîn, li Navenda Çandê ya Baharê hate lidarxistin û nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li bûn.    Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Hevseroka MEBYA-DER’ê Nezahat Torak Hasan axivî û got: “Meha Gulanê ji bo gelê Kurd meheke watedar e. Em hemû şehîdên xwe yên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Em soz didin ku dê xwedî li mîrateya wan derkevin.”    Di bîranînê de helbest hatin xwendin û sînevîzyon hate pêşandan.    Amed    Li Amedê jî MEBYA-DER, Hewldana 78’an û Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê bîranîn li dar xist. Di bîranînê de wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li bîranîne bûn. Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî sînevîzyoneke têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest dane vedibêje hate pêşandan. Sînevîzyon, bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Şehîd namirin” bi dawî bû. Piştre jî helbesta “Ez Insan bûm” ku yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan ji bo Hakî Karer nivîsandibû hate xwendin.    Hevserokê MEBYA-DER’ê Ramazan Dengîz di bîranînê de ew ê di rêya kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bin û wiha domand: “Em ê têkoşîna wan bidomînin û xwedî li bîranînên wan derkevin.” Hevseroka MEBYA DER’ê Gurbet Sevîktekê jî girîngiya meha Gulanê vegot û ev tişt anî ziman: “Pêvajoya îro encama berxwedana 50 sala ye. Ev, serkeftina şehîdên me ye. Êdî şerê hebûnê hatiye qezenckirin. Şehîdên me, di avakirina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê de rê nîşanî me dan. Di serdema nû de dê malbatên şehîdan bibin pêşengên rêxistinkirina komunan. Em soz didin ku dê jiyana azad ava bikin.”    Veysel Avci ku piştî 30 salan hate berdan jî ev tişt anî ziman: “Dilsoziya bi şehîdan re, bi berxwedanê dibe. Divê em li dijî feraseta tesfiyekar berxwedana xwe nîşan bidin. Divê em xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin û bi ser bixin. Ji ewil divê em ji zimanê neyînî dûr bikevin. Rêber Apo, ji ber dilsoziya xwe ya bi şehîdan re mafê xwe yê derketina cihê hewadariyî jî bi kar nayîne. Divê em berxwedana hevpar a gelan ava bikin.”    Bîranîn, bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.    Colemêrg    Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî li avahiya DEM Partiyê bîranîn hat lidarxistin. Gelek kes tev li bîranînê bûn. Sînevîzyoneke têkildarî kesên jiyana xwe ji dest dabûn hatibû amadekirin, hate pêşandan. Piştî axaftinan, bîranîn bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.     Şirnex    Li avahiya DEM Partiyê ya Şirnexê jî bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê bîranîn hat lidarxistin. Gelek kes tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de sînevîzyonek hate pêşandan. Di bîranînê de gelek caran dirûşma "Şehîd namirin" hate berzkirin. Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslanê di bîranînê de got ku ew bi saya bedelên hatine dayin gihiştine van rojan û ew ê xwedî li vê têkoşînê derkevin.    Di dawiya bernameyê de welatiyan fikr û nêrînên xwe parve kirin.