623 malbat ber bi Efrînê ve bi rê ketin 2026-05-19 12:39:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Koçberên ji bajarê Efrînê ku li Kobanê dijiyan, îro bi merasîmek girseyî ber bi bajarê xwe Efrînê ve bi rê ketin.   Herêma Efrînê ku di 18’ê Adara 2018’an de ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hatibû dagirkirin de, di encamê de bi deh hezaran şênî koçber bûn. Piştî 8 salên koçberiyê, li gor xalên hevpeymana di navbera rêveberiya Rojava û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya vegera bi ewle a koçberan, di destpêkê de koçberên Efrînê vegeriyan.    Li herêma Cizîrê ku heta niha 4 karwan vegeriyan, îro ji bajarê Kobanê jî koçberên heyî ku 623 malbat, bi dirûşme, tilîlî û kêfxweşiyeke mezin ber bi Efrînê ve birêketin.   Di merasîma oxirkirina gelê Efrînê de, Rêveberiyên hêza Asayîşê ya Rojava û ya hikumeta demkî, di heman demê de nûner û rêveberiyên bajarê Kobanê û parêzgeha Helebê û  gelê Kobanê amedebûn.   Karwanê ku li gundê Rovî yê li Başûrê Kobanê kom bûne, li wir ji aliyê rêveberiyên Kobanê ve daxuyaniya çapemeniyê ya girêdayî vegera koçberan a bi ewle li bajarên wan hat dayîn.   Daxuyanî ji aliyê rêveberiya bajarê Kobanê Îbrahîm Mislim û Cîgira Encûmena Cîbicîkar a Kobanê Mizgîn Xelîl ve hat dayîn.   Îbrahîm Mislim têkildarî vegera gel kêfxweşiya xwe wiha anî ziman û got: “Bûyerên ku em îro jiyan dikin pênaseya xwîşk-biratî û aştiyê dikin. Îro gelê Efrînê vedigre warê xwe, baweriya me jî heye ku heta cejnê hemû koçberên Sûriyê bi ewle vegerin bajarên xwe.”   Her wiha Mizgîn Xelîl wiha got: “Me weke gelê Kobanê 8 salan gelê Efrînê di nav xwe de hembêz kir, êş û azarên wan parve kir. Îro piştî rêwîtiyeke dirêj a koçberiya bi zorê, gelê me vedigerin mal û warê xwe xwe yê resen. Hêviyên me ew in ku ev gava pîroz ya tê avêtin, bibe destpêkeke nû ya misogerkirina aramî û aştiyê li Sûriyeyê. Hêviyên me jî ewe ku hemû koçber bi çand, ziman û nasnameya xwe vegerin ser axa xwe.”