‘Em ê li dijî serdestiya mêr piştevaniya jinê mezin bikin’ 2026-05-20 09:06:41   MÛŞ - Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Mûşê Işik Ronay Akman der barê ‘Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan’ de ku li Mûşê hatiye vekirin axivî û got: “Li dijî tundî, xizanî û serdestiya mêr wê jin li vir piştgiriya civakî, psîkolojîk, aborî û hiqûqî bigirin.”   Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan li Mûşê bi armanca ku piştevaniya bi jinan re bê mezinkirin û jin di her qada jiyanê de bên dîtin, hat vekirin. Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Mûşê Işik Ronay Akman der barê ‘Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan’ de ku li Mûşê hatiye vekirin axivî.   Ronay Akman da zanîn ku jin li gelek qadan nayên dîtin û wiha got: “Em wek civak li herêmeke ku pergala mêr serdest e dijîn. Jin li vir nayên dîtin. Li kolanan jî nikarin bigerin. Li tu derê jin ne xwedî gotinin. Armanca me ya vekirina vê navendê keda jinê, jin bê dîtinê bû. Me li dijî serdestiya mêr, xizanî û tundiyê ev der vekir.”   Piştgiriya psîkolojîk, hiqûqî û aborî   Işik Ronay Akman diyar kir ku di bin banê navendê de gelek jin piştgiriyê dibînin û wiha got: “Psîkolog, civaknas û hiqûqnas li navendê cih digirin. Bi baroya Mûşê re xebatên hevpar tên kirin. Di alî aborî de jin tên xurtkirin. Atolye tên kirin. Atolyeyên text û nexş û dirûnê hene. Jin li vir berhemên xwe li bazara keda jinê difroşin.”   ‘Divê jin bi yekitî tev bigerin’   Işik Ronay Akman balkişand ser girîngiya yekitiya jinan û wiha dirêjî dayê: “Ji bo keda jinan bê dîtin em ê bi hev re rêxistinbûna xwe mezin bikin. Em li qadan xebatan dimeşînin. Em bi armanca hişmendiya jinan xebatan dimeşînin. Ji bo jin dengê xwe bilind bikin em perwerdehiyan didin. Divê jin bi yekitî tevbigerin. Beriya navend bê vekirin ez li Şaredariya Mûşê di xebatên jinan de dixebitîm. Di Midûriyeta Polîtîkayên Jinan de dixebitim. Jinan serlêdan dikirin. Xebatên me yên qadê hebûn. Hevalên me hemû li vir bi dildarî xebatan dimeşînin. Em li navendê li paradîgma azadiya jinê esas digirin. Em serlêdanan bi vî awayî digirin. Em xebatên xwe di zemîna piştevaniya bi jinan re dimeşînin.”