Navenda Piştevaniya Jinan a Sarnus ji bo vekirinê amadeye 2026-05-20 20:41:27   WAN – Li navçeya Şax a Wanê li taxa Sarnus qada jiyanê ya jinan bi keda komunal ava kirin ji bo vekirinê amade ye.   Li navçeya Şax a Wanê li taxa Sarnus qada jiyanê ya jinan bi keda komunal ava kirin ji bo vekirinê amade ye. Navenda Piştevaniya Jinan a Sarnus ku di rojên pêş de wê bên vekirin, xebatên wê yên boyaxkirin, paqijî û teknîkî bi keda hevpar a jinan hat temamkirin. Hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê jî tevli xebatêna amadekariya teknîkî bûn.   Di xebatan de hat diyar kirin ku wê bi vê navendê piştevaniya jinan mezin bikin û her wiha ev qad ji bo faliyetên hilberîna jinan jî wê bê bikaranîn.   Hat diyakirin ku wê rojên pêş de navend bê vekirin.