Jin bajarên xwe ji nû ve ava dikin 2026-06-10 09:09:06   Rojda Aydin-Pelşîn Çetînkaya   AMED - Hevşaredaran diyar kirin ku tevî astengiyên qeyûmên ku hatine tayînkirin ew li “bajarên jinan” ên ku li Kurdistanê hatine avakirin, ji gundan bigire heya navendên bajaran, bênavber xebatên xwe didomînin û gotin ku armanca wan ew e ku di rojên pêş de bajarên mayî veguherînin “bajarên jinan.”   Piştî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an, çend bajarên Kurdistanê wek “bajarên jinan” hatin îlankirin. Piştî vê yekê xebatên têkildarî jinan û şerê taybet de tên meşandin. Piştî ku qeyûm tayînê şaredariyên DEM Partiyê hatin kirin şûnde gelek sazî hatin girtin û xebat hatin sekinandin. Lê belê hevşaredarên DEM Partiyê li dijî vê yekê jî ji gundan bigirin heta navendên bajara xebatên xwe mal bi mal dimeşînin. Her wiha, di çarçoveya vê projeyê de, bi rêya pêkanînên gundên pîlot û nîqaşên li ser bajarên jinan, pêvajo ji bajaran ber bi gundan ve hate berfirehkirin.   Hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn û Hevşaredara Êlihê ya ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Gulîstan Sonuk, têkildarî bajarê jinan axivîn.   Nisêbîn careke din bû ‘bajarê jinan’   Gulbîn Şahîn diyar kir ku piştî nirxandinên hilbijartinên herêmî yên 2024’an, Nisêbin ji ber bîranîn, têkoşîna jinan, ezmûna berhevkirî û destkeftiyên berê di nav “bajarên jinan” ên pîlot de cih girtiye û got, “Piştî hilbijartinên herêmî yên 2024’an û bidestxistina rêveberiya Nisêbînê ji aliyê partiya me ve derbarê rêveberiya herêmî de nîqaşên berfireh hatin kirin. Piştî nîqaşên dûr û dirêj, biryar hat dayîn ku Nisêbîn wekî ‘bajarê jinan’ were îlankirin. Nisêbîn wekî yek ji pênc bajarên pîlot hate hilbijartin, di nav wan bajarên ku bîra kolektîf a jinan xurt e, xebatên jinan bi awayekî çalak têne kirin û jin di hemû warên jiyanê de xuya dibin. Yek ji sedemên girîng ên hilbijartina Nisêbînê, ezmûna berê ya bajêr bû. Nisêbîn di sala 2011’an de ji bo demek kurt be jî wekî ‘bajarê jinan’ hatibû îlankirin. Wê demê hemû kar û xebatên civakî yên şaredariyê li ser jinan bûn û vê yekê encamên erênî bi dest xistin. Li bajarekî ku tê de xuyabûna jinan ji berê ve zêde bû, hebûna wan di qada giştî de hîn bêtir zêde bûbû û qalîteya jiyana wan baştir bûbû. Beşdariya jinan di kar, xebatên çandî û jiyana civakî de xurttir bûbû. Di vî warî de, Nisêbîn ji ber dîroka wê ya dewlemend a bîranînên jinan wekî yek ji wan bajaran hate hilbijartin.”   ‘Di 6 mehan de gavên girîng hatin avêtin’   Gulbîn Şahîn bi lêv kir ku di çarçoveya lêkolînên hevbeş ên bi Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê re hatine kirin de, wan projeyên ku dê di demek kurt de îstîhdama jinan xurt bikin, pêk anîne û wiha pê de çû, “Qanûna Şaredariya Bajarê Mezin carinan dikare ji bo şaredariyên navçeyan astengiyan çêbike da ku karên xwe bi bandor bikin. Lêbelê, encamên girîng tenê dema ku şaredariya bajarê mezin û şaredariya navçeyê bi hev re bixebitin dikarin werin bidestxistin. Ligel ku nêzîkî 6 meh piştî hilbijartinê qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin jî, di nava wê demê de, berî tayinkirina qeyûm xebatên ku bi awayekî koordine hatin kirin pêşkeftinek girîng çêbû. Di demek kurt de ji bo jinan xebata JINKART’ê kete meriyetê. Derfet hatin afirandin da ku îstîhdama jinan zêde bibe. Navendên Jiyana Jinan hat vekirin û bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin di van navendan de qursên di warên cûrbecûr hatine vekirin. Ji bo jinan derfet hatin afirandin ku hem xwe baştir bikin û hem jî keda xwe veguherînin hilberîna aborî.”   ‘Piştî qeyûm xebat hatin sekinandin’   Gulbîn Şahîn destnîşan kir ku piştî ku qeyûm tayînê şaredariyê hatiye kirin xebatên jinan hatine rawestandin û navendên jinan yek bi yek hatine girtin û wiha pê de çû, “Lêbelê, piştî ku qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, beşek girîng ji van projeyan hatin rawestandin. Wek mînak, li Nisêbînê Navenda Jiyana Jinan ku girêdayî şedariya bajarê mezin e hat girtin. Bernameyên jinan hatin sekinandin. Bê guman ev yek karê me dijwartir dike. Lêbelê, em bawer dikin ku ev zehmetî dê bi saya rêxistina jinan û ezmûna têkoşînê ya berhevkirî ya ku jinên Nisêbînê, werin derbaskirin. Dibe ku pêvajo dirêjtir bidome, lê em bi tevahî piştrast in ku em ê encaman bi dest bixin. Berî ku em bajar wekî bajarê jinan îlan bikin, me li taxên gundewarî û navendê bi qasî 35-40 civînên jinan li dar xistin. Me bi rêya van civînan nexşerêyek li ser tundiya li dijî jinan jî çêkir. Mijara sereke ku hem li ser nexşeyê û hem jî di nîqaşan derket pêş ewlehiya jinan bû.”   Daxwaza ewlehiya jinan bajar nûjen kir   Gulbîn Şahîn da zanîn ku ew li ser mijara ewlehiyê wek şaredarî dest bi xebatan kirine, cihên tarî û ne ewle careke din saz dikin û wiha domand, “Ji ber rewşa Nisêbînê wekî bajarekî sînor e, kombûna zêde ya hêzên ewlehiyê, herikîna mezin a mirovan ji derveyî bajêr û bandora tundtir a polîtîkayên zextê yên sîstematîk li gorî bajarên din, hemîyan bûn sedema zêdebûna fikarên ewlehiyê ji bo jinan. Li gor lêkolînên me di nav 10 salên di bin dema qeyûman de park veguherî deverên tarî û ne ewle. Bi şev, deverên ku bikaranîna tiryakê û fuhûş lê zêde bû, derketine holê. Ronahî kêm bûn û qadên jiyana hevbeş bûbûn cihên ku jin piştî saetên diyarkirî nikaribûn bikar bînin. Bi awayekî, jiyana şevê bi tevahî di bin serdestiya mêran de bû. Me bi giranî guhertina vê pergalê ve dest bi xebatên xwe kir. Me rêya trênê ya ku di nava Nisêbînê de derbas dibe bi ronahiyên binefşî û spî ronî kir. Me bi hev re ligel jinan ev dever bi rengê binefşî veguherand û di navenda bajêr de rêgehek ji bo jinan çêkir. Herwiha, me ronahiyên parkê nû kir, Navenda Jiyana Jinan vekir û qûrsên me dest pê kir û atolyeyên jinan û xebatên cûrbecûr ên jinan li dar xistin.”   Serdemeke nû li gundên pîlot   Gulbîn Şahîn da xuyakirin ku xebatên bajarê jinan ên li Nisêbînê têne lidarxistin ne tenê bi navenda bajêr ve sînordar in, lê ber bi deverên taxên gundewarî ve jî têne berfirehkirin û wiha axivî, “Lê belê, em xebata xwe tenê bi navenda bajêr ve sînordar nakin. Nisêbîn, tevî mezrayên xwe, 85 niştecihên gundewarî hene. Em dizanin ku me têra xwe jinên ku li van deveran dijîn xwe negihandiye. Ji ber vê yekê, me armanc kir ku xebatên xwe yên bajarên jinan ber bi deverên taxên gundewar ve jî berfireh bikin. Me du gund ji du herêmên cuda wekî deverên pîlot hilbijartin. Bi balkişandina ser xebatên jinan li van gundan, em armanc dikin ku ezmûna ku me bi dest xistiye li civakên din ên taxên gundewar jî belav bikin. Dema Navenda Jiyana Jinan vebû, di sê mehên pêşîn de hema bêje tu serlêdan çênebûn. Yek ji sedemên wê jî kêmbûna dîtinê bû. Lê sedema rastî ew bû ku jinan bawer dikir ku pirsgirêkên wan ku bi salan kom bûbûn, êdî çareser nabin. Pirsgirêk hema bêje kronîk bûbûn û jinan dev ji lêgerîna çareseriyê berdabûn. Em ji bo ku vê rewşê vegûherînin me bi Baroya Mêrdînê ve protokol îmze kir. Bi saya vê yekê, gelek jinan derfet dîtine ku piştgiriya hiqûqî bigirin.”   ‘Xebatên mal bi mal encam da’   Gulbîn Şahîn diyar kir ku piştî serlêdanên kêm ên Navenda Piştgiriya Jinan, wan li gorî xebatên xwe yên qadan rêbaza serdanên derî bi derî û têkiliya yek bi yek pejirandine û wiha got, “Bi heman awayî, her çend di destpêkê de bi psîkologên me re şêwir nehat kirin jî, bi demê re xebata ku ji hêla hevalên me yên ku çûn qadê ve hat kirin, hêdî hêdî encam dide. Li şûna ku em li benda hatina jinan ji bo navendê bimînin, me dest bi çûna cem jinan kir. Em derî bi derî diçûn, me broşûr belav dikirin, karê xwe şîrove dikirin û rasterast bi hev re têkilî danîn. Di encamê de, jinan Navenda Piştgiriya Jinan wekî cihekî ji bo dîtina çareseriyan dîtin. Di serlêdanan de zêdebûnek berbiçav çêbûye. Bê guman, ev têrê nake. Navend hîn jî asta naskirinê ya xwestî bi dest nexistiye û em kêmbûna wê hîs dikin. Lêbelê, bi başbûna hewayê re, li şûna ku em karê xwe li hundir sînordar bikin, me ew veguherand qadê. Niha, hemû hevalên me bi awayekî çalak li taxan û di nava jiyanê de dixebitin.”   ‘Îtîraza me heye’   Gulîstan Sonuk jî destnîşan kir ku bajar bi têgihîştineke serdestiya mêran ve têne avakirin, digel polîtîkayên plansaziya bajarî, mîmarî, ekolojî, av û xanîyan û ev tiştan bi lêv kir, “Îro, dema ku em li dora xwe dinêrin, em dibînin ku bajar li gorî îdeolojiya mêran hatine avakirin. Ev di her aliyê jiyanê de tê dîtin. Em wê di polîtîkayên plansaziya bajarî, mîmariyê, wêrankirina ekolojik, polîtîkayên avê û polîtîkayên xanîyan de dibînin. Hemû jiyana li bajaran ji aliyê îdeolojiya mêr ve hatiye dagirtin. Ev rewş bi taybetî ji aliyê cîhî ve jî diyar e. Di vê xalê de îtîraza me heye. Me pêwîstî bi îlankirina bajarên jinan wekî dijberiya jiyan û qadeke ku bi tevahî li ser îdeolojiya mêr hatiye avakirin hîs kir. Me ne tenê armanc kir ku cîhê fîzîkî biguherînin, lê di heman demê de me armanc kir ku zihniyeta ku van cîhan diafirîne jî biguherînin. Îro, heke cihekî bibe bajarê jinan, divê ew paqij be. Eger bajarek bibe bajarê jinan, divê hemû niştecihên wê bikaribin ava paqij bi dest bixin. Divê gihîştina avê ku çavkaniya herî bingehîn a jiyanê ye, were misogerkirin. Eger bajarek bibe bajarê jinan, divê ji hêla ekolojîk ve hişmend be. Divê polîtîkayên veguhastin û trafîkê li gorî vê yekê werin sererast kirin. Gelek ji pirsgirêkên ku em îro li bajaran pê re rû bi rû dimînin, bi hişmendiya serdestiya mêran hatine avakirin.”   ‘Pêvajoya avakirinê divê bi jinan re bê meşandin’   Gulîstan Sonuk teqez kir ku bajarên jinan ne tenê ji hêla şaredariyan ve, lê di heman demê de bi beşdariya hemû jinên ku li bajêr dijîn jî dê werin avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Ji ber vê yekê, em li ser pirsa ku bajarên jinan divê çawa bin nîqaş dikin. Berî ku em biryara bajarên ku jin lê ne bidin, li her cihê ku em lê bûn, li hemû bajarên ku behsa wan hat kirin, me bi jinên ku di warên cûda de dixebitin re hevdîtin kirin, bêyî ku nêrînên wan ên siyasî, baweriyên wan ên olî, an temenê wan çi bin. Me bi hev re li ser vê pirsa, ‘Ger ev bajar bajarekî jinan be, divê çawa be?’ nîqaş kir. Em armanc dikin ku vê plansaziyê, vê nîqaşê û vê avakirinê bi hev re bi jinan re pêk bînin. Ji ber ku ev ne karekî ku tenê rêveberiyên herêmî an şaredarî dikarin bikin e. Îro ne tenê şaredarî, lê hemû warên jiyanê ji aliyê bîrdoziya baviksalar ve tên birêvebirin. Di vê nuqteyê de me nîqaş kir ka em çawa dikarin hevgirtina jinan û tifaqên jinan li dijî tifaqa îdeolojîk a ku ji hêla mêrên serdest ve xurt bikin. Hemû nîqaş û hevkariyên ku beriya biryara damezrandina bajarên tenê ji bo jinan çêbûn, bi jinên ku li van bajaran dijîn re hatin kirin. Avakirina van bajaran jî dê bi hevkariya jinan were kirin. Bê guman, şaredarî dê roleke pêşeng bilîzin, lê pêvajo tenê bi şaredariyan ve sînordar nabe. Ew ê bi beşdariya hemû jinên ku li van bajaran dijîn were meşandin.”   ‘Pênc bajar wek bajarên pîlot hatin diyarkirin’   Gulîstan Sonuk di dawiya axaftina xwe de got ku bernameya pîlot bi tenê li bajarên ku navên wan hatine behs kirin sînordar nîne; armanca wan bajarên jinê jî wek bajarên jinan ava bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Wekî beşek ji projeya me ya bajarên ku jin di navendê de ne, em di destpêkê de li ser pênc bajaran sekinî. Me hevsengiyên herêmî, dîroka bajar û bîra wan a kolektîf li ber çavan girtin. Cizîr, Nisêbîn û Amed ji van bajaran in. Dîroka têkoşînê, bîra jinan û berhevkirina civakî li van bajaran ji bo me pîvanên girîng bûne. Lêbelê, ev nayê wê wateyê ku lêkolîn tenê bi van bajaran ve sînordar bimîne. Ne wisa ye ku bajarên din bi zîhniyeteke serdest a mêran ve berdewam bikin. Ev bajar tenê wekî herêmên pîlot hatine destnîşankirin. Li hemû cihên ku em di rêvebiriyê de ne, li hemû bajarên ku em lê dijîn, hewldanên me wê berdewam bikin da ku wan veguherînin bajarên ku ji bo rizgariya jinan, hewcedarî û daxwazên jinan didin pêşiyê.”