Ji bo mitingê ber bi Amedê ve bi rê ketin 2026-06-28 15:24:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan welatiyên ku îro serê sibê ji Riha û Şirnexê ber bi mîtînga ku dê îro li Amed bi dirûşmeya "Bi Rêbertiya Azad ber Civaka Azad ve " were lidarxistin ve ketin rê, bi dirûşme, stran û govendên gelêrî ber bi Qada Îstasyonê ve meşiyan.   Mitînga Azadiyê ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma ‘Bi Rêbertiya Azad Ber bi Azadiyê ve’ tê lidarxistin dê di saet 17.00'ê de li Qada Îstasyonê ya Amedê dest pê bike. Bi sedan welatiyên Riha û Botanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berê xwe da Qada Îstasyonê ya Amedê.   Gelê Botanê bi dîlana azadiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi Amedê ve ketin rê.   Welatiyên ku bi otubus û wesayîtên xwe ketin rê li Nisêbînê gihiştin hev û dîlana azadiyê girtin. Dayikên Botanê bi xemla xwe ya cihereng ji bo azadiya Ocalan stran vegotin. Piştî gerandina dîlana azadiya welatiyan diruşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Jin jiyan azadî’ berz kirin û berê xwe dan Amedê.   Riha   Riha yek ji wan bajaran bû ku xelk ji bo mîtîngê derketin rê. Welatiyên ji navenda bajêr û navçeyên wê serê sibê bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok Jiyan Nabe" ber bi Amed ve çûn.   Mîtînga ku dê li Qada Îstasyonê were lidarxistin, dê saet 5'ê êvarê dest pê bike.