Ayten Yakut hat tahliyekirin 2026-07-01 20:33:20   NAVENDA NÛÇEYAN -Ayten Yakut ya jî ber zîrveya NATO ya li Enqereyê hatibû girtinê ji ber rewşa tenduristiyê hat berdan. Beriya zîrveya NATO'yê jî aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve lêpirsîn hat destpêkirin û 225 kes hatin binçavkirin. Ji van 178 kes hatin girtin. Nav kesên hatibûn binçavkirin Ayten Yakut ya 75 salî hebû.   Parêzerên wê serî li 10'emîn Dadgeriya Ceza Sulh dan. Li ser îtirazê Ayten Yakut ji ber rewşa tenduristiyê hat berdan.