Ji bo 3 şaredariyên DEM Partiyê dema qeyûm hat dirêjkirin 2026-07-03 14:03:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên DEM Partiyê yên ku hatine xespkirin, dema qeyim ji bo 2 mehan hate dirêjkirin.   Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya DEM Partiyê ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve 4’ê Mijdara 2024’an qeyim lê hate tayînkirin û li Şaredariya Êlih û Şaredariya Xelfetiyê ya Rihayê dema qeyim careke din hate dirêjkirin.   Hevşaredar Ahmet Turk, Gulistan Sonuk û Mehmet Karayilan ên DEM Partiyî ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve bi rengekî demkî ji wezîfeyê hatibûn dûrkirin. Ev dem ji bo 2 mehên din jî hate dirêjkirin û biryar hate dayîn ku qeyimên heyî bidomin.