Îranê ji ber baweriyê 5 sal cezayê girtîgehê li jinekê birî 2026-07-08 12:41:25   Dadgeha Şoreşê ya Îranê, bi hinceta ‘propagandaya Baheyîtiyê’ 5 sal cezayê girtîgehê da Mîtra Bandî Amîrabadî. Rêxistinên mafên mirovan bertek nîşan dan û hişyarî dan ku zextên olî yên li welat her ku diçe giran dibin.   Li gorî rapora ku ji aliyê medyaya mafê mirovan ve hatiye weşandin, Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Yezdê, li gorî madeya 500’an a Qanûna Cezayê ya Îslamî ji ber sûcê ‘xebatên propagandaya li dijî qanûna pîroz a Îslamê, teşwîqkirina baweriya Baheyî’ 5 sal cezayê girtîgehê û 10 sal bêparkirina ji mafên civakî da Mîtra Bandî Amîrabadî. Li gorî biryarê, cezayê 3 salan a girtîgehê yê welatiya Baheyî Mîtra Bandî Amîrabadî hate taloqkirin. Ger ceza di dema îtirazê de bê pejirandin, dê 2 salan cezayê girtîgehê bê pêkanîn.   Doza derbarê Mîtra Bandî Amîrabadî de, piştî ku hêzên ewlehiyê di sibeha 17’ê   Hezîrana 2026’an de ketin mala wê ya li Yezdê û lêgerîn kirin, hate vekirin. Operasyon derengiya şevê hate kirin û rayedaran dest danîn ser gelek cîhazên elektronîkî, tiştên şexsî û pirtûkên olî yên derbarê baweriya Baheyî. Çalakvanên mafên mirovan bi berdewamî li dijî lêgerîna malên welatiyên Baheyî, desteserkirina tiştên wan ên şexsî û darizandina wan ji ber baweriyên wan ên olî hişyarî dane û van kiryaran wek binpêkirina azadiya ol û baweriyê bi nav kirine.   Mîtra Bandî Amîrabadî berê ji ber baweriyên xwe yên olî hatibû girtin û mehkûmkirin.   Civaka Baheyî, ku wek mezintirîn kêmneteweya olî ya nefermî ya Îranê tê hesibandin, di demên dawî de di warê perwerde, kar, çalakiyên civakî û azadiyên olî de bi sînorkirinên berfireh re rû bi rû maye. Rêxistinên mafên mirovan tekez dikin ku darizandina welatiyan tenê li ser bingeha baweriyên wan ên olî bi erkên navneteweyî yên Îranê yên derbarê azadiya olî û mafên bingehîn ên welatiyên xwe de ne lihevhatî ye.