TJA’yê bi gel re civîn li dar xist: Divê sazî bên teşirkirin 2026-07-12 11:22:26   ÊLIH– TJA’yê di civîna gel de ku ji bo bersivdayîna îşkence û tecawizê li Navenda Lênêrînê ya Ozel Şif lı dar xist, banga têkoşîna civakî li dijî polîtîkayên "şerê taybet" kir.   Tevgera Jinên Azad (TJA) çalakiyên xwe yên li dijî îşkence, êrîşên zayendi, tecawiz û mirinên gumanbar ên li Navenda Lênêrînê ya Ozel Şifa ya Êlihê didomîne. Di pêşengiya TJA’yÊ de, li taxên cüda cuda atolye têne organîzekirin. Di çarçoveya vê înîsiyatîfê de, çalakvanên TJA’yê heta derengiya şevê li taxa Petrolkentê bi gel re civiyan û ji wan xwestin ku li hember van bûyeran bêdeng nemînin.   Ruken Zeryan Işık bal kişand ser hewldanên veşartina bûyeran û got, "Wan li navenda lênêrînê îşkence li mirovan kirin. Wan cixare li ser kesên astengdar vemirandin û tecawizî wan kirin. Wan di sohbetên komê de ji hev re pesnê îşkenceya ku kirine dan. Ev hemû bi rêya telefonên wan derket holê."   'Divê em hesap jı wan bipirsin'   Ruken Zeryam Işık tekez kir ku divê hemû saziyên têkildar werin eşkerekirin û hesab bidin û got, "Wan qedexeya medyayê û fermana nepenîtiyê li ser dosyaya dozê danî. Wekî TJA, em vê îşkenceyê qebûl nakin û em li dijî wê ne. Ev bûyer encama polîtîkayên ku sedsalek e li ser gel û ciwanên Kurd hatine sepandin e. Pirsgirêk ne tenê ew saziya taybet e; ew sazî di bin çavdêriya dewletê de ye. Ji ber vê yekê, divê hemû saziyên weha werin eşkerekirin û hesab bidin. Fikara me ji wê saziyê wêdetir diçe; tiştên ku li wir qewimîn niha li malên me, kolanên me û taxên me diqewimin.”   'Divê em li dijî vê yekê derkevin'   Gulistan Sonik jî diyar kir ku divê ew li dijî tiştê ku diqewime derkevin û got, "Li her quncikek kolanê, polîs tiryakê difiroşin ciwanan û ciwanên me neçar dibin ku li ber dibistanan wekî îxbarkar tevbigerin. Dewlet civakek hilweşiyayî dixwaze. Divê em vê yekê qebûl bikin." Gulîstan Sonkik wiha domand "Me hemûyan şahidiya tecawiz û tundûtûjiya ku li 'Navenda Şîfa û Lênihêrînê' qewimî kir. Li saziyeke di bin kontrola dewletê de li ber kamerayan mirov rastî tecawiz û îşkenceyê tên. Ger em îro dengê xwe bilind nekin û bertek nîşan nedin, ev yek dê sibê li kolanên me belav bibe û dewlet dê van kiryaran bidomîne."