Li Wanê qurbaniyên Pirsûsê hatin bîranîn 2026-07-20 18:08:37   WAN - Platforma Şaxên KESK’ê ya Wanê qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bi daxuyaniyekî bi bîr anî. di daxuyaniyê de daxwaza edaletê û cezakirina kiryaran hat kirin.   Platforma Şaxên Wanê ya Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê li Kolana Hunerê ya Wanê 33 ciwanên sosyalîst ên ku di sala 2015’an de, di êrişa DAIŞ’ê de li Navenda Çandê ya Amarayê ya li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dabûn bi daxuyaniyekî bibîr anî. Di daxuyaniyê de pankartên “Ji bo Pirsûsê edalet ji bo her kesî edalet” û “Tu xeyal dê nîvco nemîne” hatin vekirin. Daxuyanî ji aliyê berdevkê Platforma Şaxên KESK’ê ya Wanê Yunus Haylaz ve hate xwendin.   Yunus Haylaz bal kişand ser pêvajoya darizandinê û ev yek gotin: “Ruxmê ku di ser re 11 sal derbas bûn, lê Komkujiya tenê wekî êşekê nemaye; di heman demê de veguheriye birîneke civakî ku edalet tê de nehatiye peydakirin û polîtîkaya bêcezahiştinê tê meşandin. Sûcdarê ku bombe teqand tê zanîn, lê kesên ku fermana vê komkujiyê dane û rayedarên dewletê yên ku berpirsiyarî û îhmala wan heye tu carî nehatin darizandin.”   Daxuyanî bi van daxwazan bi dawî bû: “Wekî KESK, em dizanin ku têkoşîna ked, demokrasi û aştiyê ji hev cuda nabe. Wekî Platforma Şubeyên KESKê ya Wanê em careke din bang li rayedaran dikin: Ronîkirina hemû katliaman û darizandina kujeran rêya yekane ye ku birînên vê civakê bikewin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê heta dawiyê bidomînin û em 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’ bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Ji bo Surucê edalet, ji bo her kesî edalet!”   Daxuyanî bi dirûşmên “Şehîdên Pirsûsê şehîdên birûmet” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.